Ambargo û rewşa deriyê Sêmalka
Ambargo û rewşa deriyê Sêmalka
Ambargo û rewşa deriyê Sêmalka
Rewşa Rojavayê Kurdistanê û alîkariya gelê kurd ev demeke rojeva sereke ye. Li vê beşa Kurdistanê, gelê Kurd dixwaze li gel hemû pêkhateyan di rewşeke wekheviyê de bijî. Bi vê armancê, ji aliyekî ve herêma xwe diparêze ji aliyê din ve jî amadekariya rêveberiya demî dike. Gelê Kurd bi hemû pêkhateyên li Rojava dixwaze li ser bingeha wekheviyê sîstemekê ava bike. Ev her du alî niha bi hev re dimeşe. Lê aliyekî girîng heye, ku divê em bi zelalî li ser bisekinin. Ew jî: amborgaya li ser Rojavaya Kurdistanê ye.
Ambargoya li ser Rojavaya Kurdistanê li ser du ligan tê meşandin. Yek jê ambargoya siyasî ye, ya din jî ambargoya aborî ye.
Ambargoya siyasî ji ber siyaseta tevgera azadiyê ya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê pêk tê. Gelê Kurd li wî beşî xwe bi carekê di nava şerên navxweyî yên Sûriyê de dît û xwe wek xeta sêyem pênase kir. Ji ber ku rejîma Baasê heta niha ji bilî tinekirin, bişaftin û kuştinê tiştek neda Kurdan, Kurdan xwe li rejîma Baasê negirtin. Dîsa opozîsyona Sûriyê di roja damezrandina xwe û heta roja me ya îro de, ji bo kurdan ti hêvî nedaye. Lewma kurdan xwe li wê jî negirtin. Ev yek jî bû sedem ku li ser Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd a li Roajva ambargoyek bê danîn.
Hêzên rejîma Sûriyê piştgiriyê didin vê rewşê, ji ber ku Kurdan li gel rejîma Sûriyê cihê xwe negirtine. Herî dawî Rûsyayê di siyaseta xwe de guhertin çê kir û hem Desteya Bilind, hem jî Hevserokê PYD’ê Salih Muslim muxatab girt. Ev guhertin ji ber hêza Kurdan a li ser axa xwe, pêk hat.
Dîsa dewleta Tirk, dewleta Îranê bi resmî vexwendina Muslim dan xuyakirin ku, êdî kes nikare Kurdan ji nedîtî bê. Di encama van hevdîtin û danûstandinan de mirov dikarin bêjin ambargoya siyasî ji aliyekî ve şikestiye, lê bi temamî nehatiye pûçkirin.
Em werin ser mijara xwe ya bingehîn; ambargoya aborî.
Ez duh li Dêrika Hemko bûn û ji wir jî çûm deriyê sînor yê Sêmalka. Li wir rewşek pirr awarte dihat jiyîn. Bi hezaran jin, zarok, pîr, kal û bi taybet ciwan ji bo koçî Başûrê Kurdistan bikin li benda derbasbûnê bûn. Rayadarên Sêmalka gotin ev du rojin bi hezaran Rojavayî derbasî Başûr bûne û deriyê Sêmalka bûye deriyê koçberî, yan jî penaberiyê.
Penaberî ji bo hemû gelan bûyera herî metirsîdare. Gelekî ket ser rêya penaberiyê hem nikare rûmeta xwe biparêze hem jî ji ber ne li ser axa xwe ye, nikare vîna xwe biparêze. Li gorî rayadarên Başûrê Kurdistanê ji min re gotin, heta niha 175 hezar Rojavayî li Başûrê Kurdistanê di rewşên pirr nebaş de dijîn. Gelek ji wan di kampa Domiz û niha jî kampek li nêzîkî Hewlêrê hatiye vekirin. Ev her du kamp di bin banê Neteweyên Yekbûyî de hatine vekirin û hemû pêwistiyê tê dayîn ji aliyê NY tê tanzîm kirin.
Em werin ser deriyê Sêmalka. Deriyê Sêmalka ji 16-01-2013 hat vekirin û ji aliyê rayadarên PDK 19-05-2013 hate girtin. Ev çend rojin di hinek navgînên ragihandinê de hate belav kirin ku deriyê sînor yê Sêmalka hatiye vekirin, li ser wan agahiyan bi hezaran kes li ber derî kombûn. Rewşekî awarte hate jiyîn.
Gelê Rojavaya Kurdistan ji ber ambargoya aborî, nikare pêwîstiyên xwe yên jiyanî, derman, qût hwd. peyde bikin. Dîsa ji ber ambargoyê ciwan nikarin kar peyde bikin û neçarî koçberiyê dibin. Welatê derdor, bi taybet Başûrê Kurdistanê li şûna ku rêya koçberiyê vekin, bila rê bidin gel pêdewîstiyên xwe peyde bikin. Rêya alîkariyê û bazirganiyê wekin.
Li ser Rojavaya Kurdistanê ji aliyekî Tirkiyê, ji aliyekî rejîma Baas-komên çete, ji aliyekî din jî PDK li ser navê hikumeta Herêma Kurdistanê ambargoya aborî dimeşînin. Tê xuya kirin ku li pê wê ambargoyê siyaseta koçber kirina kurdan heye. Ev siyaseta koçber kirinê, pirr alî tê kirin û hinek partiyên kurd ê Rojava jî di nav de cih digrin. Tê zanîn ev partiyan nêzîkî PDK ne, di girtina deriyê Sêmalka ji bo bazirganiyê rola wan sereke ye.
Ger em bi çend gotina bêjin;
Dibe hemû aliyê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê zani bin ku koçberî û penaberbûna gel ne li gorî berjewendiyê wan e.
Di demek ku li Rojavayê Kurdistan şerê hebûn û tune bûnê tê meşandin de koçberbûyîn, nebaşiyek li gel û welatê xwe ye.
Rayadarên Başûrê Kurdistan dixwazin alîkariya Rojavaya Kurdistan bikin bila deriyê bazirganî û alîkariyê ji bo Rojava vekin.
Ger deriyê Sêmalka ji bo bazirganî û alîkariyê venebe, bila ji bo koçberiyê jî qet nebe.