Amed bi bernameya xwe ya çandî li Viyana ye

Amed bi bernameya xwe ya çandî li Viyana ye

Şaredarîya mezin a Amed sergîya wêna, konser û bi dengbêjare ji boy bernameya çandi li ser davetkirina şaredariya Viyana çun Avusturalya. Koma di bin rêveberîya Baydemîr li Vîyana bi serokê şaredarîyêre hevdîtkir.

Serokê şaraderîya mezin a Amedê Osman Baydemir, endam Şeyda Aslantaş, Razîya Taşkıran, Derya Tamrîş, cigirê sekreterê giştî Zulfu Atli, serokê daîre Fen’ê Bülent Uçan, serokê razandina DîSKî Harun Vural, hünermend Rojda û komavê, hunervanê wênêkeş Gûltekîn Tetîk, koordînatorê galarîya sanatê Beriş Seyîtvan, dengbêj Mihemed Neyasî û Şemsedînê Vartoyî re çun Vîyana. Baydemîr û koma pere ji alîyê beşa şaradarîya navbenkarîya çandê a Vîyana dr. Haydar Sari û Rêveber Bernhard Gençher ve hatın pêşvazîkirin.

Di xwarina êvarîde Gencher ji pêşwazîkirina  Baydemîr û komawî anî ziman û got, “li bajarê enternasyonal Vîyana em keyf xweşin ku em Amed pêşwazîdikin.” Gencher bangli Baydemir kir û got, “helvewta we a ku we li kêm netewa û şopên wana kir û helvesta we nirxekî meyî jî ên girînge.”

Baydemîr ji ber gerim hatin pêşwazîkirin spasiyê xwe anîn ziman û koma bixwere danaskirin  û xwest rojên candê ên Vîyana bibe “bingeha pirek a di navbera Amed û Vîyanayê de.”

Baydemîr bi endemê meclîsê Şeyda Altintaş, Razîya Taşkıran, Derya Tamrîş û aligirê sekreterê giştî Zülfü Atli re çun şaradarîya Viyanayê û serokê şaredari Dr. Michael Haepel ziyaret kirin. Di ziyaretêde serokê federasyona saziyên Avustûralya a Kurd (FEYKOM) Hûseyîn Aymaz û endamê rêveberiyê Alî Can ji amedebun.

Baydemîr di derheqê diroka Amed û pêşketinên wêde agahîdan û got bajar pir ziman, gelek bawerî û pir çandîye. Baydemir her wiha got em di xwazin Amed bixin cihê çand, huner, bazirganî  û bajarê tûrîzmê. Di vê mijarêde xwebatê mîrasê çandê destnîşankir.

Baydemîr dest nîşankir ku li Sûriyeyê trajedîyeke mirovahiyê tê jiyankirin û peywiste Esat biçe û gelê Sûriyeyê bê azatkirin. Baydemîr got, peywiste ev bi rêbazê diplomasi û aştiyane pêk were û dest nîşankir ku komên çete ên wekî El Qaîde û El Nusra di serîde li ser Kurda û gelêdin sûçê dijî mirovahiyê dikin.

Dr. Heepel got em şerên Avrupa baş dizanin û got; “ji bo aştiya heremê û pirsgirêka Sûryeyê em bi were di heman fikrê dene.” Dr. Heepel, biryara ku di parlementoya Îngilistanê de hatiya girtin de ku tê wateya ku di bêji şer re ne, ew pir keyfxweş kiriye.

Di bernameya çandê de Rojda û koma Pere wê roja 31’ê Tebaxê seat 20.00 de li Viyanayê li meydana şaredarî konserekê li darxê. Hunermed  Gûltekîn Tetîk jî wê 1’ê Îlonê li salona mûdûriya Mûzê bi navê “Amed” sergiyekî wêneya veki. Dengbêj Mihemedê Neyasî û Şemsedînê Vartoyî jî li salona sergiyê wê klamên Kurdî bêjin. Sergi vê mehek vekirî bimîne. Di vekirina sergiyê de jî filmê ku Amed bide naskirin wê bê weşandin, ji mêhvanan re jî wê kadayıfa Amed bê îkramkirin û berhemê çandî bên belavkirin.