Amed ji bo Newroza dîrokî amede ye
Amed ji bo Newroza dîrokî amede ye
Amed ji bo Newroza dîrokî amede ye
Li Amedê pîrozbahiya Newrozê Dîrokî di 21'ê Adarê de sibê dê bê lidarxistin. Ji bo pîrozbahiya ku li bendê ye 3 milyon kes beşdar bibe 5 hezar kes hatin peywirdarkirin. Ji bo 400 rojnamegeran akredite hat nivîsandin. Roja Newrozê dê ji 85 navendan maşîne welatiyan bibe qada Newrozê û maşîne dê bê pere xizmetê bidin. Girse dê bi meş ji 6 nokteyan derbasî qadê bibe.
Ji bo pîrozbahiya Newroza dirokî ku du 21'ê Adarê de li Parka Newrozê pêk bê amadekariyên teknîkî bi lez û bez tên kirin. Ji bo Newroza ku li bendê ye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniya dîrokî bide û ji bo çareseriya demokratîk "Nexşerêyê" îlan bike li bendê ye ku 3 milyon Kurd beşdar bibin. Li qada Newrozê ji bo karê teknîki bi şev û roj 150 kes xebatê dikin û ji bo 400 rojnamegeran kart hat dayîn. Tê payin ku li gel çapemeniya navneteweyî 500 rojnameger Newrozê bişopînin.
Sibê girse dê di demjimêr 07.00'an de maşine dê welatiyan ji nokteyên Duriyana Malên Zumrutê, Duriyana Gel, Parka Şato, 75'emîn Rêya Bejayî, Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarok û Jinê, Malên Hamravatê û Îstasyona maşîneyan, bar bikin û bibin qada Newrozê.
5 HEZAR KES DÊ PEYWIRDAR BIN
Li qada Newrozê ku li bendê ye 3 milyon kes pîroz bikin ji bo ewlehî û karê qada Newrozê 5 hezar kes hatin peyvirdarkirin. Tatbîkat û amadekariyên teknîkî dê di 20'ê Adarê bi dawî bibin. Dê roja Newrozê ji 85 nokteyên cuda maşîne welatiyan bê pere bikişînin qada Newrozê. Girse dê roja 21'ê Adare saet di 06.00'an de ber bi qada Newrozê ve biherike. Dê heyet û nûnerên sazî û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, Ewropa, Latin Amerika, Bolivya, İtalyan, Lefkoşa, Almanya û gelek welatên din dê tevlî Newroza Amedê bibin. Maşîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê saet di 07.00'an de dest bi xebatî bikin û heta saet 12.00'an welatiyan bibin qada Newrozê.
Koma ku di nav de parlamenter û hevserokên BDP û DTK'ê heye ji Înşaeta Zana ya Malên Hamravatê dê saet di 09.00'an de biçin bi meşekê biçe qada Newrozê. Dê ji navçeyên Rezan, Yenîşehîr, Peşyas û Sûrê jî girse bi maşîneyan biçin qada Newrozê.
Rawestgeha maşîneyan ên biçin qada Newrozê wiha ye:
Li navçeya Sûrê, rawestgehên maşîneyan: Balikçılarbaşi, Deriyê Mêrdîn, Deriyê Rihayê, Bagivar, Bingol-Lice Uçyol, Kurdo Omer Petrol û Çarixli,
Li navçeya Yenişehirê rawestgehên maşîneyan: Dibistana Seretayî ya Turgut Ozal, Saziya Goşt û Masiyan, Mala gel, Pêş Kawheya Dibistanê, Hayatkent, Pêş Mizgeftê, Ust Koşe, Komeleya Welatiyên Azad,
Li navçeya Peyasê rawestgeha maşîneyan: Pêş meclisa Huzurevlerî, Koşeya Mizgeftê, Diclekent Petrol, Pêş rêistina BDP'a Peyasê, Polat Kavşagi, Salona dawetê ya Ava, Tekel, Metropol, Musa Anter, 500 Evler, Kent Market, TOKİ Parka Korhatê, Dortyola Baglarê Kuruçeşme, Pêş Kahweya Kaynartepe, Salona Dawetê ya Yaşar, Oryıl, Pira jor a Yunus Emre, Salona Dawetê ya Beş Nisan, Hatboyu û Koşeya jera Dibistana Polisan maşîne biçin qada Newrozê.
Li qada newrozê jî aadekarî tên kirin. Dika ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dîroki lê bê kirin hat avakirin. wêneyên 3 jinên Kurd ên li Parîsêhatin qetilkirin, Sakine Cansız, Leyla Şaylemez, Fidan Doğan û wêneyên pêşengê PKK'ê Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik, Endamê Konseya leşkerî ya HPG'ê Ertem Karabulut û pankarta "Em ji çareseriye re jî ji berxwedanê re jî amade ne" hatin vekirin.
Sibê li bendê ye ku hewa xweş be.