Amed ji bo perwerdeya zimanê dayikê meşiya
Amed ji bo perwerdeya zimanê dayikê meşiya
Amed ji bo perwerdeya zimanê dayikê meşiya
Li Amedê, zêdeyî 50 hezar îmzeyên bi pêşengiya Navenda Giştî ya KURDÎ-DER û Egîtîm-Sen Şaxê Amedê ve bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê hatin komkirin, tevî hemû astengiyên polîsan jî bi meşekê radestî Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr hatin kirin.
Li Amedê, ji bo 50 hezar îmzeyên bi pêşengiya Navenda Giştî ya KURDÎ-DER û Egîtîm-Sen Şaxê Amedê ve bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê li çar navçeyên navendî hatin komkirin radestî Muduriyeta Perwerdeya Milî bê kirin, hat xwestin ku meş bê lidarxistin. Lê belê polîsan bend danîn pêşiya girseyê.
Piştî çalakiya rûniştinê ya nêzî nîv saetê, polîsan neçar man benda xwe rakin. Li ser vê yekê girseyê dest bi meşê kir û bi çepik, tililî û dirûşman heta Muduriyeta Perwerdeyê ya Milî ya Navçeyê meşiya. Balkêş bû ku polîsan di tevahiya meşê de tedbîrên tund ên ewlekariyê girt.
Girseya gel a piştî meşê gihaşt Parka Rihan a li ber Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr, li ber muzîkê govend gerand. Piştî govendê, metna daxuyaniya çapemeniyê ya bi zaravayên Kurmancî û Dimilkî hatibû amadekirin, ji aliyê Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sabahattîn Gultekîn ve hat xwendin.
Gultekîn bibîr xist ku di benda 3. a xala 26. a Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de gotina "Mafê bingehîne ku zarokên her dê û bavekî şekil û rêbaza perwerdeyê diyar bike" cih digire û destnîşan kir ku di encama lêkolînên zanistî de derketiye holê, ku perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zarokan serketîtir e. Gultekîn diyar kir ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê re hewl hatiye dayîn çand û zimanên gelê Kurd û gelên din ên li mezopotamyayê dijîn bê tunekirin û got, "Gelê Kurd li dijî van hemû hovîtiyan li ber xwe da û xwedî li çand û zimanê xwe derket. Bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re, hebûna gelekî ku dihat gotin "xelas" bûye, ji aliyê cîhanê ve hat qebûlkirin."
‘GELÊ KURD JI DIBISTANA SERETAYÎ HETA ZANÎNGEHÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DIXWAZE’
Gultekîn ragihand ku li Tirkiyê zêdeyî 20 salin li dijî gelê Kurd bi hêza madî, leşkerî û dîplomatîk şerekî qirêj tê meşandin û got, "Îro dewlet bi awayekî vekirî û fermî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike. Em bang li tevahiya rayedarên li Tirkiyê û herêmê dikin; Hurmetê nîşanî berxwedan, têkoşîn û evîna azadiyê ya gelê Kurd bidin. Divê hikûmeta AKP'ê dest ji van polîtîkayên xwe berde. Pratîkên mîna dersa bijartî, TRT 6 bersivê nadin mafê gelê Kurd ê hatiye talankirin. Gelê Kurd dixwaze ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Ev mafê herî xwezayî yê gelê Kurd e. Divê ev yek nebe mijara nîqaşê, nebe mijara gotinan."
‘EM LI SAZIYÊN XWE Û LI SAZIYÊN FERMÎ BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN Û ZORÊ BIDIN SÎSTEMA ÎNKARÊ’
Gultekîn ji dewlet û hikûmetê xwest ku di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de ji dil tevbigere û got, "Pêşeroja zimanekî ku zarok pê neaxive, tarî ye. Zimanê me roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, divê em bi biryardarî têbikoşin. Divê em li saziyên xwe û li saziyên dewletê yên fermî bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û bi vî rengî zorê bidin sîstema înkarê. Divê em bi vî rengî gavan bi hikûmetê bidin avêtin. Berxwedan û têkoşîna me dê wiha dewam bikin."
‘ÇARESERIYEK TÊ DE PERWERDEYA ZIMANÊ DAYIKÊ NEBE, TEQEZ NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Piştî Gultekîn Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut peyivî û diyar kir ku mafê perwerdeya zimanê dayikê ya gelê Kurd hatiye talankirin û destnîşan kir ku gelê Kurd dê çareseriyek bê perwerdeya zimanê dayikê tu carî qebûl neke. Zumrut diyar kir ku gelê Kurd li hemberî polîtîkayên înkarê, rêxistinbûyînek ji milyonan ava kir û anî ziman ku ev rêxistinbûyîn dê ew mafên hatine talankirin, ji nû ve bi dest bixe. Zumrut her wiha destnîşan kir ku pêvajoya çareseriya demokratîk jî bi yekalî nameşe.
BANGA BEŞDARIYA LI MEŞA BOYKOTÊ YA 16'Ê ÎLONÊ HAT KIRIN
Zumrut got, "Eger dewlet zimanê me qebûl neke, emê jî sîstema wê ya perwerdeyê qebûl neke" û bang kir ku her kes roja 16'ê Îlonê beşdarî meşa "boykot"ê ya ji Parka Koşûyolû heta taxa Ofîsê û di 30'ê Îlonê de jî beşdarî meşa ji ber avahiya BDP'ê heta avahiya KCD'ê ya bi dirûşma "Gelê Kurd dixwaze bi mafên xwe di destûra bingehîn de cih bigire" bibin.
Piştî daxuyaniyê, zêdeyî 50 hezar daxwaznameyên hatin amadekirin ji aliyê heyetekê ve pêşkêşî Muduriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê hat kirin.