Amedî bidaxwaza ‘ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statû’ dê bimeşin

Amedî bidaxwaza ‘ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statû’ dê bimeşin

BDP’a Amedê têkildarî meşa 30’ê Îlonê bi şîara “Gelê Kurd pêwîste bi mafên xwe di nava Makezagonê de cih bigire” û daxwaza “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statû” li avahiya partiyê civînek ya çapemeniyê li darxistin.

BDP’a Amedê têkildarî meşa 30’ê Îlonê bi şîara “Gelê Kurd pêwîste bi mafên xwe di nava Makezagonê de cih bigire” û daxwaza “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statû” li avahiya partiyê civînek ya çapemeniyê li darxistin. Di civînê de Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut û Alîkarê Serok Eşref Mamedoglû û Rêvebera bajar Sûzan Îşbîlen tevlîbûn.

Têkildarî mijarê Hevseroka Bajar Zubeyde Zumrut da diyarkirin ku, gelê Kurd di pêvajoya demokratîk de gelek caran daxwazên xwe anîne ziman. Zumrut destnîşan kir ku, pêvajoya çareseriya demokratîk ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpê kirin, bi israra Ocalan berdewam dike û aşkera kir ku, sedemê heya niha hevdîtin venegeriyane muzakereyan jî, ji nêzîkatiyên keyfî ên AKP’ê tê.

Zumrut bilêv kir ku, AKP’ dixwaze bi paketan mijol bike, hêvî û bendewariyên gel bişkêne. Zumrut got: “AKP hêjan  dibêje, yek ziman, yek dewlet bikurtasî israra wî a di yek şekliyê de, her wiha nêzîkatiyên li hemberî perwerdeya zimanê dayîkê, naveroka paketê nîşan dide.”

Zumrut diyarkir ku, demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi paketan nayê çareser kirin û wiha dom kir: “Eger cidî nêzî çareseriya pirsgirêkê bibin, anaxtara çareseriyê di makezagonekî demokratîk de ye, vê AKP jî dizane, em jî dizanin.”

Meşa ku dê 30’ê Îlonê Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş jî tevlî bibe û li navenda bajar di demjimêr 16:00’an de destpê bike û li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bidawî bibe ev xisûs hatin daxwaz kirin: “Pêwîste şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêne baş kirin. Pêwîste perwerdeya zimanê dayîkê û Kurdî di qada cemawerî de bêbikaranîn. Zagona hilbijartinê bêguhertin û benda sedê deh bê rakirin. Hemû girtiyên siyasî bêne azad kirin. Tirkiye hemû piştgiriya li Rojava dide çeteyên dijminê kurdan qut bike. Cûdahiya hemû etnîk, olî û mezhebî, li gorî edalet û azadiyê bêne sererast kirin. Mafê hemwelatiyê di makezagonê de û ji ber ku Kurd geleke, hemû mafên gelê Kurdistanê bêne dayîn.”