Annan dê bi Esad re hevdîtin pêk bîne

Annan dê bi Esad re hevdîtin pêk bîne

Nunerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komkara Ereban Kofî Annan dê îro bi Serokdewletê Sûriye Beşar Esad re hevdîtinek pêk bîne.

Nunerê Taybet ê NY û Komkara Ereban Kofî Annan, piştî komkujiya Hûlayê ya ku 108 kes têde hatin kuştin, ji bo hin hevdîtin bi rayedarên Sûriyeyê re pêk bîne duh hat Şamê.

Annan li balefirgeha Şamê daxuyaniyek da. Annan serdana xwe ya Sûriyeyê weke “pêngaveke krîtîk” bin av kir û diyar kir ku ew dixwaze bi awayeke “cidî û aşkere” bi Esad re hevdîtin pêk bîne. Annan ji hikûmeta Sûriyeyê xwest ji ku ji bo pêkhatina aşitiyê, divê pêngavên “bi wêrekî” biavêje û diyar kir ku ew ne tenê bang li hikûmetê dike, divê hemû hêzên çekdar ên li welêt serî li rêyên aşitiyane bidin.

Annan bal kişand ser komkujiya li Hûlayê ya ku 108 kes têde jiyana xwe ji dest dan û diyar kir ku ew li hemberî vê bûyerê mat maye û xemgîniya xwe anî ziman.

Annan duh bi Wezîrê Derve yê Sûriye Welid Muallem re hevdîtinek pêk anî. Piştre jî bi Serokê Şandeya Çavdêrên NY ya li Sûriyeyê Robert Mood re hevdîtinek pêk anî. Tê payîn ku îro jî bi Esad re hevdîtine pêkbîne.