Annan: Li Sûriyeyê şerê mezheban li ber derî ye

Annan: Li Sûriyeyê şerê mezheban li ber derî ye

Nunerê Taybet ê NY û Komkara Ereban Kofî Annan diyar kir ku li Sûriyeyê şerek metirsîdar ê mezheban li ber derî ye.

Annan di konferansa Komkara Ereban a li paytexta Qetarê Dohayê pêk hat de axivî û got; “Li Sûriyeyê her ku diçe karekterê şereke mezhebî nêzîktir dibe.” Annan ji bo pêşîlêgirtina vî şerê metirsîdar banga zêdekirina hewldanên ji bo aşitiyê kir.

Qetara ku malovanî ji konferansa Komkara Ereban re kir, diyar kir ku divê Annan dîroka dawî ya plana xwe ya aşitiyê diyar bike. Qetarê destnîşan kir ku plana aşitiyê ya ji bo 6 madeyan pêk tê di aliyê pêşxistina agirbest û diyalogên siyasî de bi ser neketine û diyar kir ku ji bo hin rêbazên din bikevin dewrê, divê were qebûlkirin, ku ev plan bi ser neketiye. Qetar yek ji welatên ku dixwaze li hemberî Sûriyeyê destwerdaneke leşkerî pêk bê ye.

Piştî komkujiya hefteya borî li bajarê Hûla yê Sûriyeyê pêk hat û têde 108 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, zextên li ser rejîma Esad zêde bûn. Konseya Ewlekariyê ya NY’yê Sûriyeyê weke berpirsê komkujiyê nîşan da û xwest brpirs bêne cezakirin. Lê rêveberiya Şamê sucdarkirinan red dike û suc diavêje stûyê mûxalîfan.

Konseya Mafê Mirovan a NY’yê ji bo Sûriyeyê bi awayeke lezgîn civiya û xwest ev komkujiya Hûlayê were lêkolînkirin. Konseyê xwest komkujî were lêkolînkirin û berpirs bêne cezakirin. Seroka Komîsyoa Mafê Mirovan a NY’yê Navy Pillay der barê komkujiya 108 kes têde mirin de got; "Dibe li hemberî mirovahiyê suc hatibe kirin." Pillay, Komkujiya Hûlayê destnîşan kir û got 'Divê di bûyerên wiha de hovane de berpirs bê ceza nemînin û ji bo berpirs hesabê bidin, divê her tişt bê kirin.”