Annan: Me bi Esad re hevdîtinek ‘çêker’ pêk anî

Annan: Me bi Esad re hevdîtinek ‘çêker’ pêk anî

Sefîrê aştiyê yê navneteweyî Kofî Annan, diyar kir ku li Şamê bi serokê dewleta suriyeyê Beşar Esad re hevdîtinên ‘vekirî û çêker’ pêk anîne.

Kofî Annad diyar kir ku hevdîtin li ser plana wî ya 6 xalên ji aliyê wî ve hatiye plankirin pêk hatiye. Plana 6 xalan a Annan, ji bo pêşketina aştiyê ya li Suriyeyê hatiye amadekirin. Lê heta niha pêkhatina planê negihiştiye armancekî.

Berdevkê wezarea karÊ derve ya Suriyeyê Cîhad el Makdîssî, diyar kir ku Annan û Esad di mijara çareseriya krîza siyasî û diyaloga netewî ya komên çalakiyên Suriyeyê de hem fikrin. Koma çaliyê banga bila demildest plana aştiyê ya Annan bikeve meriyetê û dawî li şîdeta çekdarî ya aliyan bê kir û jib o hikûmeta derbasdar ku dê rêveberiya Esad jî din av de cih bigire de biyar girtibûn.

Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim jî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ew jî dê piştgiriyê bidin hikûmeta derbasdar ya ku dê tevlibûna aliyên muxalîf pêk were. Muslim diyar kiribû ev tê wateya rêzdariya li hemberî îradeya gel.

Kofî Annad da zanîn k udi hevdîtina bi Esad re di mijara nêzîkatiya li hemberî dawîkirina şîdetê jî gihiştine armancekê. Annan got vê plana ‘nêzîkatiyê’ dê pêşniyarê baskê muxalefeta çekdarî bikin.

Annan ji bo plana aştiyê niha li Suriyeyê ye. Roja şemiyê ji rojnameya Le Monde re axivî û gotibû hewldanên wan yên heta niha bê encam mane.

Di çarçoveya plana aştiyê ya Annan de di 10’ê nîsanê de li Suriyeyê agirbest hate îlandkirin. Lê ne rejîma Şamê û ne jî muxalîfan agirbet kir. Ji bo kontrolkirina agirbestê 300 çavdêr li Şamê hatin bicihkirin.

Çav li rê ye Kofî Annan piştî hevdîtina bi muxalîfan re biçe Tahranê. Annan hevdîtinê vebêje û piştgiriya plana aştiyê bixwaze.