Annan: Sûriye ketiye rêyek bê vegere

Annan: Sûriye ketiye rêyek bê vegere

Nunerê Taybet ê NY û Komkara Erebean Kofî Annan piştî ku bi Serokdewletê Sûriye Beşar Esad re hevdîtinek pêk anî, bal kişand ser pevçûnên 15 meh in didomin û diyar kir ku Sûriye êdî ketiye rêyek bê veger.

Duh Nunerê Taybet ê Komkara Ereban û NY’ê Kofî Annan li Şamê bi Serokdewletê Sûriye Beşsar Esad re hev dîtin. Hevdîtina Annan û Esad a ku di bin siya komkujiya li Hewlê de pêk hat, bi qasî demjimêrekê dom kir.

Annan îşaret pê kir ku komkujiya li Hewlê, civaka navneteweyî xistiye nava şik û gumanên mezin. Annan diyar kir ku ger ji bo bidawîkirina tundiyê û serbestberdan mehkûman bi “wêrekî” pêngav neyên avêtin, dê plana aşitiyê bi ser nekeve. Serokdewletê Sûriyeyê Esad jî, bal kişand ku hêzên muxalîf alîkarî ji hin welatan digirin û di van deman de êrîşên xwe zêde kirine. Esad got; “Ji bo plana aşitiyê ya Annan bi ser bikeve, divê dawî li çalakiyên terorê bên, divê piştgiriya derve û qaçaçîtiya çekan bi dawî bibe."

Di dema hevdîtina bê encam a Annan û Esad de, gelek welatan ji ber komkujiya li Hewlêyê dîplomatên Sûriyeyê dersînor kirin. Tevî Îngilîstan, Franse, Almanya, Îtalya, Kaneda û Awistralyayê gelek welatên din ên cîhanê biryara dersînorkirina dîplomatên Sûriyeyê dan.

Piştî hevdîtinê, Annan daxuyaniyek da û got; “Bi qasî dihat xwestin şeş madeyên plana aşitiyê nayên pêkanîn.” Annan bang li Esad kir û got; “Ji bo ku ev plan bi ser bikeve, em li benda Esad in ne sibê, divê îro bi wêrekî pêngavan biavêje.” Annan ji aliyan xwest ku dawî li tundiyê bînin