Nunerê Taybet ê NY û Komkara Ereban Kofî Annan û Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad li Şamê hev dîtin û Annan ji Esad xwest ku ji bo aşitiyê “bi wêrekî” pêngavê biavêje. Esad jî diyar kir ku dê çalakiyên “terorê” bi qutkirina piştgiriya derve bi dawî bibin.
Ji bo hevdîtina der barê plana aşitiyê de duh Nunerê Taybet ê Komkara Ereban û NY’ê Kofî Annan du hat Şamê û bi Serokdewletê Sûriye Beşsar Esad re hev dîtin. Hevdîtina Annan û Esad a ku di bin siyas komkujiya li Hewlê de pêk hat, bi qasî demjimêrekê dom kir.
Annan îşaret pê kir ku komkujiya li Hewlê, civaka navneteweyî xistiye nava şik û gumanên mezin. Annan diyar kir ku ger ji bo bidawîkirina tundiyê û serbestberdan mehkûman bi “wêrekî” pêngav neyên avêtin, dê plana aşitiyê bi ser nekeve.
Serokdewletê Sûriyeyê Esad jî, bal kişand ku hêzên muxalîf alîkarî ji hin welatan digirin û di van deman de êrîşên xwe zêde kirine. Esad got; “Ji bo plana aşitiyê ya Annan bi ser bikeve, divê dawî li çalakiyên terorê bên, divê piştgiriya derve û qaçaçîtiya çekan bi dawî bibe."
Di dema hevdîtina bê encam a Annan û Esad de, gelek welatan ji ber komkujiya li Hewlêyê dîplomatên Sûriyeyê dersînor kirin. Tevî Îngilîstan, Franse, Almanya, Îtalya, Kaneda û Awistralyayê gelek welatên din ên cîhanê biryara dersînorkirina dîplomatên Sûriyeyê dan.