Anonymous 'subyanîyan' deşîfre kirin

Anonymous 'subyanîyan' deşîfre kirin

Tevgera aktîvîst ya ferazî Anonymous, li ser malperên înternetê ya subyaniyan navnîşanên e-mail û IP ya 500 kesî weşandiye. Polîs der barê navên ku hatin weşandin de lêpirsîn da destpêkirin.

Li gorî rojnameya 7sur7 ya înternetê ya Belçîkayê, kolektîfa hackeran a Anonymous, , li ser malperên înternetê ya subyaniyan navnîşanên e-mail û IP ya 500 kesî weşandiye. Rojnameyên Het Nieuwsbland û De Standaard, diyar kir ku piraniya van navnîşanan xetên ji Belçîkayê ne.

Tê destnîşan kirin ku Hackeran telefon û navnîşanên postayê yê hin kesan jî weşandiye. Piştî weşandina va daneyan saziya têkildar Federal Computer Crîme Unît dest bi lêkolînê kiriye.

Berdevkê polîsan kesên navnîşanên wan hatibin aşkerak irin dikarin lêpirsîneke kurd bidin meşandin.

Komeleya Chîld Focus jî çalakiya Anonymous di cih de nedît û got ger ku di malperên chatê de tiştên ilegal bên kirin, divê polîs tiştên pêwist bike.