Anonymousê piştgirî da Redhackê!

Anonymousê piştgirî da Redhackê!

Çalakên ferazî yên înternetê Anomymous ên ku êrîşên polîtîk li hemberî malperên herî bi ewle yên cîhanê pêk tînin, bi boneya piştgirî bide Redhackê (Hackerên Sor) û ji bo protestokirina gendeliya (nelirêtî) ya di KPSS’ê de malpera Navenda Bijartin û Bichkirina Xwendekaran (OYSM) kişand nava operasyonekê.

Koma Anonymous ku weke gerîlayên înternetê tên zanîn, beriya niha gelek caran êrîş birin ser malperên înternetê yên FBI, CIA û malperên gelek hikûmetên cîhanê. Vê carê ji ber gendeliyê êrîşê KPSS’ê ya rejîma AKP’ê kirin.

Di encama êrîşê de gihiştina malpera OYSM’ê hat astengkirin û di heman demê de malpera Şaredarê Enqereyê Melîh Gokçe jî kirin hedef û girtin.

Beriya vê çalakiyê Redhackê êrîşê malpera Midûriyeta Emniyeta Enqereyê kiribû û hemû îxbarên ji di navbera salên 2002 û 2012 de bi rêya înternetê hatibûn kirin û kesên îxbar kirine aşkere kiribû.

RedHackê ji ber skandala di KPSS’ê de di 14’ê tîrmehê de êrîşê malpera înternetê ya Wezareta Perwerdehiyê ya Tirk kiribû û gihiştina malperê asteng kiribû.