Apê Hus li Marsîlyayê hat bîranîn

Apê Hus li Marsîlyayê hat bîranîn

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Kadîr Çelîk (Huseyîn Mahîr) li bajarê Fransa Marsîlyayê hat bîranîn. Di merasîma bîranîna li Komeleya Çanda Mezopotamyayê de gelek kes amade bûn. Li merasîma bîranînê wêneyên Engîn Sîncer, Kadîr Çelîk, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin daliqandin.

Merarîma bîranîna Kadîr Çelîk, ku par li navçeya Şirnex Elkê li Çiyayê Kato Jîrka ji ber pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre nivîsek li ser jiyana Çelîk hat xwendin. Yek ji hevalên têkoşînê yên Kadîr Çelîk Zagros Çiya li merasîmê peyivî. Çiya behsa sekna Çelîk a di nava têkoşînê de kir û di heman demê de Engîn Sîncer bi wesîleya salvegerê de bibîr anî.

Li dû axaftinan, sînevîzyonek li ser jiyan Çelîk hat nîşandan. Bîranîn bi stranên Bûrhan Karadaş û dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.