Apê Mihemed hat oxir kirin
Apê Mihemed hat oxir kirin
Apê Mihemed hat oxir kirin
Li bajarê Kolna Almanyayê di rojên borî de siyasetmedarê kurd Mehmet Er (Apê Mihemed) jiyana xwe ji dest dabû li gundê Girê Sor a Dêrikê hat oxir kirin.
Li bajarê Kolna Almanyayê di rojên borî de siyasetmedarê kurd Mehmet Er (Apê Mihemed) yê ku bi salane ked da têkoşîna demokrasiyê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû, Er li gundê Girê Sor a Dêrikê hat oxir kirin. Bi sedan welatî, rêveberên BDP'ê yê navend û navçeyan, Cîgirê Şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî, endamên meclîsa şaredariyê, Aktîvîstên Dayîkên Aştiyê, delegeyên KCD'ê û rêveberên MEYADER'ê tevlî merasima Er bûn. Di merasima berê definkirinê de Hevserokê BDP'ê yê Dêrikê Adil Aktaş diyar kir ku Apê Mihemed bisalan xizmetî têkoşina azadiya kurd kir û em li hemberê têkoşina wî bejna xwe ditewîne, heta ku em têkoşîna wî bi serketinê bixem lî ne emê riya wî berdewam kin.
Piştî wî Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz jî diyar kir ku diserî de bi saya Apê Mihemed û kesên ku vê têkoşînê dimeşînin bi awayek bi biryar dimeşin û wiha got: "Îro bi têkoşîna ku li çarparçeyê Kurdistanê tê meşandin gav bi gav nêzî azadiyê dibin."
Li axaftinan wecîbeyên olî pêk anîn bi diayan cenazeyê Apê Mihemed definkirin.