Apê Mihemed li gundî xwe hat bi oxir kirin
Apê Mihemed li gundî xwe hat bi oxir kirin
Apê Mihemed li gundî xwe hat bi oxir kirin
Apê Mihemed (Mehmet Er )ku demê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan milîstî kirî bû û li bajarê Almanyayê Kolnê jiyana xwe ji dest dayî li gundê Girê Sor ê girêdayî navçeya Mêrdînê Dêrikê spartin axê.
Apê Mihemed ku di nava Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de zarokekî xwe jî winda kirî bû, li bajarê Almanyayê Kolnê ji ber nexweşiya şeker jiyana xwe ji dest dabû.
Apê Mihemed li gundê Girê Sor yê girêdayî navçeya Mêrdînê Dêrikê hat oxir kirin. Di meresima cezaneyê Apê mihemed de Rêveberên navçe û bajarên yên BDP’ê, Serokwekîla Şaredariya Dêrikê Dogan Ozbahçec, endamên Meclisa şaredariyê, Aktîvîstên Dayîkên Aştiyê, delegeyên KCD’ê û Rêveberên MEYADER’ê têde cih girtin.
Ji berî defin kirinê ji aliyê Hevserokê BDP’a Dêrîkê Adil Aktaş ve axivtin hat kirin û da diyar kirin ku Apê Mihemed bi salan ji bo Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd xebat kiriye û got ku em ê heya dawiyê bejna xwe li ber têkoşîna wî ditewîn û heya serkeftinê emê şupdarê riya wî bîn.
Hevserokê BDP’a bajêr Raşat Kaymaz jî da diyar kirin ku bi saya kesên wek Apê mihemed têkoşîn bi şeklekî bi biryar pêşdikev û got: “Îro têkoşîna li her çar parçeyên Kurdistanê tê dayîn pêngav pêngav ber bi azadiyê ve diçe.”
Piştî axivtinan cenazeyê Apê Mihemed bi wesîleyên olî spartin axê.