Apê Mûsa bi girseyî hat bi bîranîn

Apê Mûsa bi girseyî hat bi bîranîn

Zanyar û rojnamevanê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 21'emîn salvegera qetilkirina xwe de ji aliyê xebatkarên çapemeniya azad, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî ve li cihê lê hat qetilkirin hat bi bîranîn. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku Apê Mûsa bi awayekî fermî ji aliyê dewletê ve qetilkirin û hêj li ser çapemeniya azad tundî û zext xelas nebûne, lê berxwedana wan didome. 

Di 20'ê Îlona sala 1992'an de li taxa Seyrantepeya Amedê Zanyar û rojnamevanê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ji aliyê JÎTEM'ê ve li Kolana 442'an hatibû qetilkirin. Zanyarê Kurd di 21'emîn salvegera qetilkirina xwe de li cihê lê hat qetilkirin hat bi bîranîn. Zarokên Mûsa Anter Dîcle û Rahşan Anter, malbatên rojnemevanên ku hatine qetilkirin, xebatkarên Çapemeniya Azad ên Azadiya Welat, Ozgur Gundem, JINHA, DÎHA, Gun Radyo-Tv, Aktîvîstên însîyatîfa Dayîkên Aştiyê, Hevserokê Gişti yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterên BDP'ê Rojnameger Ertugrul Mavîoglu û Mehmet Alî Çelebî, Karîkatorîst Halîl Încesu, rêveberên BDP'ê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, endamên Platforma Şaxan a KESK'ê, beşdarî bernameya bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyê Mûsa Anter û rojnamevanên ku hatin qetilkirin hat hilgirtin. Xebatkarê Gun Radyoyê Rohat Emekçî li ber bîrdariya Mûsa Anter axivî û diyar kir ku di takekesiya Apê Mûsa de hemû Rojnamevanên ku jiyana xwe ji dest dayê bibîrtine û wiha got: "Di ser qetilkirin Apê Mûsa re 21 sal derbas bû. Niviskarên xwedî pênûsa azad hatin qetilkirin. Armanca wan rastiyan bê deng bike lê belê vê kevneşopiyê berdewam kir û dê bidome. Heta niha me 73 can winda kir. Bila bê zanîn ku ev kevneşopiya çapemeniya azad berdewam dike." 

'LI GEL ZEXT Û ZORDARIYA DEWLETÊ KEVNEŞOPÎ DEWAM DIKE'

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di şexsê Mûsa Anter de hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê û çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha axivî: "Apê Mûsa wek bîrdariya berxwedanê di dilê kurdan de cih girt. Li pişt qetilkirina Apê Mûsa de Komara Tirkiyê heye. Komara Tirkiyê di nava van 21 salan de 21 caran behecî. Ket bin erdê rezîl û riswa bû. Bi her qirêjiya ku derket holê, bi her gemarê ve bi her kiryarên qirêj ev dewleta ket binê erdê. Lê di şexsê Apê Mûsa de têkoşina azadiyê bilind bû. Kesên ku Apê Mûsa qetil kirin û hêzên paş wan bi naletan di nava dîrokê de hat nivîsandin." 

Demîrtaş balkişand ser zilm û zordariya li ser çapemeniya azad ku didome û wiha got: "Zilm û zordariya li ser çapemeniyê didome, lê berxwedan jî hêj didome. Zarokên û neviyên Apê Mûsa îro li seranserî Kurdistanê ji bo axa welatê xwe û gelê xwe têdikoşin. Yê ku Apê Mûsa qetil kirin bila carekê li pey xwe binêrin, tenê li kolana Apê Mûsa lê hat qetilkirin bi sedan Apê Mûsa mezin bûn. Têkoşîna ku spart me emanetî me kir bi hemû çelengî ya xwe bilind dibe. Di heman demê de nûnerên çapemeniya azad jî pênûsa Apê Mûsa danenîn. Em îro bi saya kevneşopiya Apê Mûsa û bi saya Şopdarên Apê Mûsa ji hemû tiştî agadar dibin. Em bi saya çapemeniya azad xwe digêhîne rastiyên Tirkiyê. 73 kes hat qetilkirin, bi dehan kes jî hîn girtîne. Zilm xilas nebû hêj berdewa me. Lê berxwedan jî berdewame." 

LI CIHÊ APÊ MÛSA HAT QETILKIRIN, QURNEFÎL HAT DANÎN

Piştî axaftinan girse meşiya cihê ku Apê Mûsa lê hatibû qetilkirin. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namire" û "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hat berz kirin. Li cihê ku Apê Mûsa hat qetilkirin wêneyên Mûsa Anter hat danîn û hemû beşdarvanan qurnefil danîn ber wêneyê Mûsa Anter. Herî dawî kurê Mûsa Anter Dîcle Anter axivî û wiha got: "Yê ku wî baş penase dike rêhevalê wî Canîp Yildirim me. Canîp Yildirim ji wiha pênase dike;'Mûsa tu bi pênûsa destê xwe dixwazî li hemberî dewleta ku di cîhanê de herî hov bisekine. Ew çawa wêrek bûne.' Lê belê berdêla vê wêrek bûnê jî hebû. Lê belê tovên wêrekbûna wî ku li pey xwe weşand çapemeniya azad anî asta îro."

Piştî axaftinan karwanek welatî çûn gora Mûsa Anter a li gundê Stilîlî ya Nisêbîna Mêrdînê ziyaret bikin.