Apê Ugurlar: Dewlet wekî dijmin li me dinêre

Apê Ugurlar: Dewlet wekî dijmin li me dinêre

Apê gerîlayê HPG'ê Ahmet Ugurlar (Egîd Sûrûç) Reşat Ugurlar, piştî leşkeran gor wêran kirin û cenaze derxistin, nerazîbûn nîşan da û got: "Biraziyê min şehît ket. Me defin kir, lê dewletê ew ji gorê derxist û îşkence lê kir. Dewlet wekî dijmin li me dinêre. Ev zilm e." 

Gerîlayê HPG'ê Ahmet Ugurlar (Egîd Sûrûç) li Çiyayê Bagokê di 1'ê Îlonê de li "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" hat definkirin. Piştre bi fermandariya Walîtiya Mêrdîn leşkeran bi ser goristanê de girt û hemû gor hilweşandin. Gora Ahmet Ugurlar şikandin û cenazeyê wî ji gorê derxistin. Apê Ahmet Ugurlar Reşat Ugurlar serî li ÎHD'ê da û alîkariya hiqûqî xwest. Apê Ahmet Reşat Ugurlar bi nûnerên MEYADER, ÎHD'ê re hevdîtin pêk anîn. Apê Ahmet Reşat Ugurlar, diyar kir ku dayik û bavê Ahmet najîn lê ew dê biraziyê xwe bi girseya herî mezin ku bi hezaran kes tev lê bibin defin bike. Apê Ahmet Reşat Ugurlar got: "Me Egîd li Goristana Şehîdan Egîd Sûrûç defin kir. Me wekî malbatê biryarek wisa dabû. Lê ji ber ku dewletê çû gor vekir û cenaze derxist êşa me mezintir kir. Îşkence li cenaze kirin. Navê vê yekê dijminantî ye. Dewleta Tirk bi çavê dijmin li me dinêre. Ev xwîna mirovan disekinîne. Me têkildarî mijarê li Dozgeriya Komarê serlêdana sûc kir. Em dê hesabê vê hovîtiyê bipirsin. Li wê şehîtlîkê 44 ciwanên me hene. Hemû namûsa me ne. Em li hemberî van êrîşan bêdeng namînin."