Apple: Teknolojiya bi şert û mercên sedsala 19’emîn tê hilberandin

Apple: Teknolojiya bi şert û mercên sedsala 19’emîn tê hilberandin

Yek ji qenciyên herî dawî yên teknolojî tîne ber me mantiqê feyde yê şîrketên wehşî-kapîtalîst e ku dihêle ku bi miliyonan mirov di şert û mercên nemirohvane de bixebitin. Di van salên dawiyê de, şîrketên mîna Apple û Samsung ên ku ji bo telefonên bi aqil û tabletan ketine pêşbaziyê, di serî de li Çînê, li gelek welatên din ên cîhanê bi milyonan mirov mehkûmê şert û mercên xebatê yên sedsala 19an dikin. Bi taybet di şîrketa Appleyê de ji ber skandalên têkildarên xebatkaran, şîrket feydeya xwe zêde kiriye.

Cîroya salên 2011-2012 ya Appleya ku bi hilberandina telefonên bi aqil ên iPhone 5 û tabletên biçûk ên iPad sedî 45 mezin bû û gihişt 156,5 milyar dolarî. Şîrketê bi vê yekê ji sedî 60 feydeya xwe zêde kir û ev feya wê bû 41, 7 milyar dolar.

Sedema ku Appleyê feydeke ewqas mezin bi dest xist ne tenê firotina van berheman e. Raza vê yekê ew e ku Appleyê maliyeta xwe daxist, dest bi mêtîna mafên karkeran kir û berê xebatkaran da xwekuştin.

DI ÇEND HEFTEYAN DE ZÊDETIRÊ 10 XWEKUJÎ

Piraniya wan li Çînê derdora milyonek xebatkarên şîrketa Foxconnê hene û şert û mercên xebatê yên kargehên vê şîrketa ji bo Appleyê parçeyên telefon û komputeran çêdike hema bêje mîna şert û mercên xebatê yên sedsala 19’yê ne. Apple di her cara ku telefon û tabletekê hildiberîn de, bi dehmilyonan difiorşe û ji bo di dema xwe de bigihin, xebatkaran heftane 72 saetan didin xebitandin. Ev neheqî bû sedem ku di çend hefteyên pêşî yên 2010 de zêdetirê 10 xebatkarên ku piraniya wan ciwan in xwe bikujin.

JI BO GIHANDINA MARKAYÊN NÛ XWENDEKAR BI DARÊ ZORÊ HATIN XEBITANDIN

Lê mînaka mêtina keda xebatkaran ne tenê Foxconn a ku hestiyê pişta Appleyê ye. Ji bo skandal ji rojevê rabe, di bin navê sererastkirina şert û mercên karkeran de hin guhertinên biçûk tên kirin. Bi taybet Samsunga ku reqîbê Appleyê ye, ji bo bikare lez bide xebata çêkirina reqîba iPhone 5, serî li rêbazek nû da: “Xebitandina xwedekaran bi darê sorê.

Li gorî daneyên saziya sivîl a Çînê ya bi navê China Labor Watch (CLW), ji bo 32 hezar xwendekarên zanîngehê bikarin dîplomeyên xwe werbigirin, neçar in dimînin di şîrketa Foxconnê de bixebitin. Her çendî ev yek tu eleqeya xwe bi pîşeyên xwendekaran re tune be jî, lê di bin navê stajê de bi mehan bi bihayê 200 dolaran bi darê zorê tên xebitandin. Ev xebata bi darê zorê jî rojê 12 saet e.

ZAROK Û XWENDEKAR BEDELA PÊŞBAZIYA SAMSUNG-APPLE DIDIN

Sedema herî girîng a ku şîrketên biçûk ên Appleyê serî li rêbazeke wiha zalim û wehşî didin ew e ku pêşbaziya wê ya bi şîrketa Samsungê re ye. Ji ber pêşbaziya her du şîrketan, berhemên nû dişînin bazarê û ji bo daxistina maliyetê zextê li fîrmayan dikin.

Dîsa, li gorî China Labor Watchê, zarokên 14 salî jî di kargeha Samsungê ya li Çînê de hene. Bi taybet di demên bêhdanan de ji sedî 80yê xebatkarên di hin kargehan de xwendekar in. Li gorî China Labor Watchê ji bo lezdana hilberandina Galaxy S3 ya ku reqîba Iphone 5 e, hejmara xwendekarên dixebitin hatine zêdekirin.

Xwendekar di kargehên Samsunga reqîba Appleyê de rojane 11-12 saetan tên xebitandin û neçar in ku di 9 saniyeyan de ekranek û di 5 saniyeyan de jî batariyekê monte bikin.

TIŞTEK BI NAVÊ TENDURISTÎ TUNE

Saziyek din a bi navê Fair Labor Association (FLA), encamên lêkolîna li ser 35 hezar xebatkarên Foxconn a ku stûnek a şîrketa Appleyê ye kir, aşkere kir û li gorî encamê karanîna telefonên berîkan ji aliyê mirovan ve cihê şermê ye. Li gorî lêkolînê xebatkar heftane 56-61 saetan dixebitin û neçar dimînin heta 80 saetan bixebitin. Tê diyarkirin ku evane ji 64ê ku heq dikin kêmtir qezenç dikin, ji sedî 14ê wan heqdestê mesaî kêm dibînin, an jî wernagirin. Ji sedî 45 jî bi êşên pişt û stû re rû bi rû ne, ji sedî 24ê wan jî bi nerehetiyên çav re rû bi rû ne. Dîsa ji sedî 10 xebatkaran bi pîşeya xwe serbilind in û ji sedî 75ê wan jî mexdûrên stresê ne.

Her wiha, skandaleke din a berjewendiyên şîrketên Apple û Samsung û şîrketên din ew e ku di dema hilberandinê de madeyên kîmyewî bandorê li tenduristiya xebatkaran dikin. Li gorî lêkolînê bi taybet xebatkarên Foxconnê bi karanîna madeyên kîmewyî re rû bi rû ne. Lê li gorî daxuyaniyên şîrketan beriya niha dabûn, xebatkar bi tu madeyên kîmyewî re rû bi rû nemane.