Arjantîn dest ji qirika berpirsên cûndaya leşkerî bernade

Arjantîn dest ji qirika berpirsên cûndaya leşkerî bernade

Arjantîn dest ji qirika berpirsên cûntaya leşkerî ya salên 1976-1983’yê bernade. Sala 2012 bi dehan general, siyasetmedar, berpirsên endiyetê darizand û avêt girtîgehan.

Li Arjantînê ji ber komkujî, cinayet, kuştinên bêdaraz, revandina mirovan û îşkenceyê yên serdema cûntaya leşkerî (1976-1983) heta niha derdora 400 kes birin pêşberê dadgehê û ji vana 86 kes bi cezayên giran hatin cezakirin. Piraniya wan leşker û polîs in.

Ji dozgerên cûntayê Pablo Parenti derbarê dozê de aghaî da û diyar kir ku ne tenê doz zêde bûn, ya herî girîng sucdarên ku dibin sedema dozan zêde bûne.

Hejmara kesên ku di salên 1973-1983 de hatin windakirin jî gihişt 12 hezar keî. Lê li gorî rêxistinên mafê mirovan derdora 30 hezar kes winda ne.

Piştî ku di sala 2003 de dosyayên şerê qirê ji nû ve vebûn, Bussi di sala 2008 de ji ber sucên li hemberî mirovahiyê hat mehkûmkirin û ji ber temenê wî, biryar hat dayîn ku cezayê xwe li mala xwe bikişîne.

Heta niha beşek pir kêm ji cenazeyên 30 hezar kesên ku li herêma Tucuman û seranserê welat hatine wendakirin, hatine dîtin. Ji ber rêbazên dijwar û zehmet ên ku rêveberiya cûntayê di wendakirina mirovan de bi kar anîne, Arjantîn di roja îro de gelek caran li hemberî aşkerekirina rastiya van bûyeran de bê çare dimîne.

Jixwe rêbazeke populer ê cuntakaran hebû; piştî ku mirovan înfaz dikirin, termên wan diavêtin deryayan. Bi taybet diavêjin cihên masî û ajalên dirrinde û goştxwer lê hebûn, yanî bi awayek xwe ji cenazeyan “rizgar dikirin”.

Heta termê hin kesên ku diavêtin deryayê, li ber pêlan diketin û digihiştin peravên Ûrûgûayê û li wir dihatin gorristanên bêkesan de hatin veşartin. Piştî 30 salan di encama lêkolînên li Arjantînê de aşkere bû ku ew term ên Arjantînîyan in.

Victoria Montenegro ya 36 salî keça ji wan kesên ku termên wan li Ûrûgûayê hatiye veşartin e. Wê demê Victoria tenê yek mehî bû, piştre ji malbata wê girtin û ew weke ewlad dan malbateke leşkeran. Piştî ku li Arjantînê testên DNA’yê hat rojevê, çû testa DNA kir û zanî ku ne keça wê malbatê ye. Encamên testa DNA ya Victoria û bavê wê yê ku li gorristana bêkesan a Ûrûgûayê hatibû veşartin ji hev girtin.

Termê bavê Victoriayê Roque Montenegro, tevî 7 kesên din, di gulana 1976’ê de li perava çemê Colonia yê Ûrûgûayê hatitû dîtin û li gorristana bêkesan hatibûn veşartin.

Li Arjantînê heta îro mînakên testên DNA’yê yên 8 hezar û 400 xizmên 4 hezar û 500 kesên hatine wendakirin, hatin wergirtin. Ji vana nasnameya 515 kesan hat tesbîtkirin. Xebatên tesbîtkirina nêzî 600 termên wendayan berdewam dikin.