Mezintirîn doza komkujiyên rêveberiya cûntayê ya Arjantînê li hemberî muxalîfan pêk hatin dest pê kir. Armanca dozê ew e ku yek ji komkujiyên ku bi awayeke hovane ku ji aliyê sûbayên Dibistana Bilind a Mekanîk a Hêza Deryayî (ESMA) ve hate pêkanîn aşkere bike. Di vê komkujiya ku weke “Firên Mirinê” tê binavkirin de bi sedan muxalîf ji balefiran hatin avêtin.
Rûniştina dozê roja çarşemê li paytext Buenos Airesê dest pê kir. Ji vê dozê tevî 30 sûbayên berê yên ESMA yên ku di dema rêveberiya cûntayê ya salên 1976-1983yê de peywirdar bûn, 68 kes tên darizandin. Di nava kesên darizandin de pîlotên weke Emil Sisul Hess, Julio Alberto Poch û Adolfo Scilingo yên ku di wê demê de navê wan bi avêtina bi sedan mirovan ji balefiran derket pêş jî hene. Adolfo Scilingo sala 1995ê cinayetên bi navê “firên mirinê” îtîraf kiribû û perdeyek li ser bûyerên tarî yên di dema rêvebery cûntayê de rakiribû.
Doz dê du salan berdewam bike û bi vê dozê dê hewl bê dayin ku aqubeta 789 kesên ku ji balefiran hatin avêtin û mirin bipirsin. Tê payin ku 830 şahid bêne guhdarkirin.
BERIYA FIRÊN MIRINÊ MÛZÎK DIDAN GUHDAKIRIN
Li Arjantînê di dema Şerê Qirêj (Guerra Sucia) yê rêveberiya cûntayê de, yek ji cinayetên herî hovane ji aliyê li Dibistana Bilind a Mekanîk a Hêzên Deryayî (ESMA) hatibû kirin. Di wê demê de di navbera 9-30 hezar muxalîf, sosyalîst, xwendekar, rojnamevan û rewşenbîr hatin qetilkirin. Li ESMAyê jî 5 hezar kes bi îşkenceyan hatibûn qetilkirin.
Piştî demek dirêj yek ji pîlotên ESMAyê Adolfo Scinlingo hevpeyvînek dabû rojnamevan Horacio Verbitsky û li cinayetên ku di dema avêtin a ji balafiran de mikûr hatibû û ev cinayet piştre aşkere bibû. Scilingo ji ber îşkence û sucê mirovahiyê bi 1084 sal cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin û li xwe mikûr hatibû ku wana di her rojên çarşemê de rojê herî kêm 10-15 girtiyan ji bilindahiya bi hezaran metreyî diavêtin.
Scilingo derbarê kesên ku ji kuştinê ber bi “firînên mirinê” ve dibirin vegot: “Destpêkê ji bo danskirinê mûzîk lêdixist. Piştre jî ji wan re digot ku ji bo bibin girtîgehek din divê derzî li wan bê dayin, ji bo wana derziyên Pentotal ên ji bo anesteziyê tên karanîn, dihatin danîn. Di demek zû de li ser hişê xwe diçûn û piştre li balefiran dihatin siwarkirin....”
Li gorî Scilingo tenê di navbera salên 1977-1978’an de nêzî 150-200 firînên mirinê pêk hatine. Ev yek jî di esasa xwe de nîşan dide ku hejmara muxalîfên ji balafiran tê avêtin ji texmînan zêdetir e.
TERORÎSTÊN ÇEPGIR YÊN MÎNA MORIYAN DIKEVIN
Firînên mirinê ku pêkanîna herî wehşet a şerê qirêj ya Arjantinê ye, pîlotên tevlî dibin, bi salên demdirêj weke ku tu tiştek nebûye pîşeya xwe domandine. Adolfo Scîlîngo bi salan li Balafirgeha Arjantînê xebitiye, pîlotê din Julio Alberto Poch jî li şîrketa Transavia ya Hollahndayê pîlotî kiriye.
Poch diyar dike ku demeke ji hempîşeyên xwe pirsiye û gotiye we çima muxalîfên girtî kuştine û hempîşeyên wî bi gotina ‘Ew terorîstên çepgir bûn’ xwe parastine.
Pîlotekî din yê mirinê Emîr Sîsul Hessîn jî dema muxalîfên ji balafirê dihatin avêtin vedigot; “Weke bihûkan diketin xwarê.’ Hess qebûl kiribû ku beriya ku her girtiyekî ji balafirê de bavêje, pêşî dixwirandin û piştre bi awayekî tazî diavêtin behrê.
HÊJ BI HEZARAN CÎNAYETÊN NEHATINE RONÎKIRIN HENE
Li Arjantînê di navbera salên 1976-1983’an de îşkence û komkujiyên mezin pêk hatin û ligel ku di navberê de 29 sal derbas bûye jî hêj darizandin temam nebûye. Di 1983’an de piştî rêveberiya cunta hat xistin ji bo darizandinan pêngava yekemîn hat avêtin û di navbera 1986- 1987’an de serokwezîrê demê Raul Alfonsîn bi efûya giştî ya ku îlan kir ev darizandin rawestandibû. Di encama têkoşîna parêzvanên mafê mirovan û xizmên wendayan de, di sala 2003’an de efû weke ne derbasdar hat îlankirin û darizandinan dîsa berdewam kir.
Ji sala 2003’an heta niha nêzî 2 hezar kes hatin darizandin. Di van wan de pêşengê cûntayê Jorge Rafael Vîdela û serbazên payebilind hebûn, bi giştî 300 kes rastî cezayên giran hatin. Doz hê jî didome û di çarçoveya 300 dozên hatine vekirin de nêzî 700 kesî girtî tên darizandin.