Arjantîn: Modela rûbirûbûna bi şerê qirêj re

Arjantîn: Modela rûbirûbûna bi şerê qirêj re

Li Arjantînê di dema cûntayên leşkerî yên di navbera salên 1976-1983’an de hewildana ji bo kesên winda bûne, ji bo welatên heman ezmûn jiyane modeleke. Bi taybet ji bo dîtina wendayan, parvekirina serpêhatiya wan bi raya giştî re, ji nû ve awa dide civaka Arjantînê.

Herî dawî, termê senatorê hatibû wendankirin Damian Marquez piştî 35 salan di gorreke komî de hat dîtin, careke din pirsgirêka qûrbanên şerê qirêj hat rojeva welêt.

Termê Marquez tevî 14 kesên din di gorrek komî li nêzî depoya cebilxaneya leşkerî ya li herêma Tucumanê ya rojavayê bakûrê welat hatibû dîtin. Di adara borî de, Koma Antropolojî ya Tiba Edlî ya Arjantînê nasnameyê sê kesên ji termên di vê gorra komî de hatin dîtin aşkere kir. Yek ji van her sê kesan jî Marquez bû.

Li gorî rapora tiba edlî, pêşî termê Marquez avêtine gorrê, piştre jî lastîk avêtine ser û agir pê xistine. Ji ber şewitandina termê Marquez, tesbîtkirina nasnameya wî ya bi rêya testa DNA’yê pir dirêj kir.

Lixwemikûrhatinên cemdirmeyek berê yê bi navê Omara Torres ji bo dîtina gorra komî ya ku termê Marquez jî têde bû pir bi kêr hat.

Li gorî lixwemikûrhatinên Torres generalê Arjantînî Antonio Demingo Bussi, bi xwe di depoya leşkerî ya li herêma Tucumanê de komek ji kesên girtî kuşt. Kesên hatin kuştin avêtin çalek 2 metre kûr û 4 metre fireh. Beriya axê biavêjin ser terman, lastîk li ser şewitandin.

Bussi di salên 1976-78 de walîtiya Tucumanê dikir û piştî pêngavên welat ên ber bi demokrasiyê ve, ji ber gendelî (nelirêtî), îşkence û qaçaxçîtiya mirovan hat darizandin û mehkûmkirin. Lê piştre dîsa ji zagona efûyê sûd wergirt û di sala 1995-99 de careke din weke waliyê Tucumanê hat hilbijartin.

Piştî ku di sala 2003 de dosyayên şerê qirê ji nû ve vebûn, Bussi di sala 2008 de ji ber sucên li hemberî mirovahiyê hat mehkûmkirin û ji ber temenê wî, biryar hat dayîn ku cezayê xwe li mala xwe bikişîne.

Heta niha beşek pir kêm ji cenazeyên 30 hezar kesên ku li herêma Tucuman û seranserê welat hatine wendakirin, hatine dîtin. Ji ber rêbazên dijwar û zehmet ên ku rêveberiya cûntayê di wendakirina mirovan de bi kar anîne, Arjantîn di roja îro de gelek caran li hemberî aşkerekirina rastiya van bûyeran de bê çare dimîne.

Jixwe rêbazeke populer ê cuntakaran hebû; piştî ku mirovan înfaz dikirin, termên wan diavêtin deryayan. Bi taybet diavêjin cihên masî û ajalên dirrinde û goştxwer lê hebûn, yanî bi awayek xwe ji cenazeyan “rizgar dikirin”.

Heta termê hin kesên ku diavêtin deryayê, li ber pêlan diketin û digihiştin peravên Ûrûgûayê û li wir dihatin gorristanên bêkesan de hatin veşartin. Piştî 30 salan di encama lêkolînên li Arjantînê de aşkere bû ku ew term ên Arjantînîyan in.

Victoria Montenegro ya 36 salî keça ji wan kesên ku termên wan li Ûrûgûayê hatiye veşartin e. Wê demê Victoria tenê yek mehî bû, piştre ji malbata wê girtin û ew weke ewlad dan malbateke leşkeran. Piştî ku li Arjantînê testên DNA’yê hat rojevê, çû testa DNA kir û zanî ku ne keça wê malbatê ye. Encamên testa DNA ya Victoria û bavê wê yê ku li gorristana bêkesan a Ûrûgûayê hatibû veşartin ji hev girtin.

Termê bavê Victoriayê Roque Montenegro, tevî 7 kesên din, di gulana 1976’ê de li perava çemê Colonia yê Ûrûgûayê hatitû dîtin û li gorristana bêkesan hatibûn veşartin.

Li Arjantînê heta îro mînakên testên DNA’yê yên 8 hezar û 400 xizmên 4 hezar û 500 kesên hatine wendakirin, hatin wergirtin. Ji vana nasnameya 515 kesan hat tesbîtkirin. Xebatên tesbîtkirina nêzî 600 termên wendayan berdewam dikin.