Artêşa Tirk dîsa Susik topbaran kir: 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan

Artêşa Tirk dîsa Susik topbaran kir: 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan

Artêşa Tirk cara duyemîn ji derveyî sînor qadên şervanên YPG'ê yên li gundê Susikê topbaran kir. Hat ragihandin ku di êrîşa duh bi şev a artêşa Tirk de 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane. YPG'ê duh bi daxuyaniyekê dewleta Tirkiyê hişyar kiribû, ku dest ji karên xwe yên qirêj ên ku ewlekariya herêmê binpê dike berde. 

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku artêşa tirk şevê din saet 23.00'an de gundê Susik ê girêdayî Girê Spî (Til Ebyad) bi çekên giran topbaran kiriye. Hate ragihandin ku di êrîşên ku heta saet 01.00'an dom kirine de 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane.

Leşkerên artêşa tirk, duh jî di saetên nîvro de ji ser girê Ceman Beg ê li aliyê Tirkiyê û dikeve hemberî gundê Susikê, şervanên YPG’ê yên gund gulebaran kiribûn. Di encama gulebarana ku ji aliyên tetîkêşan (Sekvanan) ve hatiye pêkanîn de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn.

Balkêş e ku dema komên çete êrîşî gundê Susikê dikirin, gulebarandina artêşa Tirk pêk hat. Di şerê saetên serê sibehê yê duh de jî ambulansên tirkiyê hatibûn ser sînor û birîndarên çeteyan biribûn.

FERMANDARIYA YPG'Ê DEWLETA TIRKIYÊ HIŞYAR KIRIBÛ

Hêjayî gotinê ye, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê alîkariya Dewleta Tirkiyê ya bi komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de duh bi daxuyaniyekê dewleta Tirkiyê hişyar kiribû.

Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku piştî komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li gundên Sûsik ê Girê Spî, di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de gelek windahî dan û têk çûn, Tirkiyê careke din piştgiriya van koman kiriye. Di daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin ku leşkerên Tirkiyê herî dawiyê ji Qereqola Cuma ya sînor gundê Sûsik gulebaran kirine û di encama gulebaranê de jî şervanên YPG’ê Baran û Cuma jiyana xwe jidest dane.

YPG'ê ev hişyarî li dewleta Tirkiyê kiribû ‘‘Heger Dewleta Tirkiyê di piştgiriya xwe ya bi komên çete re îsrar bike, ev yek dê encamên neyînî bi xwe re bîne. Pêwîste Dewleta Tirkiyê dest ji kiryarên xwe yên qirêj ku ewlekariya herêmê binpê dikin berde.’’