Artêşa Tirk her roj keşifan pêk tîne
Artêşa Tirk her roj keşifan pêk tîne
Artêşa Tirk her roj keşifan pêk tîne
Keşfên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medya bênavber didomin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ev sê rojên dawî, li Herêma Zagros a girêdayî Herêmên Parastina Medya bênavber balafirên keşfê digerin.
NÇR –HPG got; “Dîsa di navbera 15’ê Îlonê saet 22.30’an, 16’ê Îlonê (îro) saet 05.00’an de li herêma Zapê û saet di navbera 12.00 û 13.00’an de herêma Heftenîn balafirên keşfê geriyane.” HPG her wiha destnîşan kir ku li herêmên Heftanîn û Zagros jî duh bi şev balafirên şer geriyane.
Li Mêrdînê jî tevgera leşkerî heye. Li gor vê 15’ê Îlonê (duh) saet navbera 15.00 û 16.00’an helîkopterên skorskî li çiyayê Bagokê keşif pêk anîne.
HPG wiha dewam kir: “Li gel vê di navbera herêma Marîna û gundê Mîre yê girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tevgereke zêde ya leşkeran heye.”