Artêşa Tirk keşf û operasyonên xwe zêde kir

Artêşa Tirk keşf û operasyonên xwe zêde kir

Artêşa Tirk li Êlihê bi helîkopterên skorsky derket operasyonê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî xebatên xwe yên keşfê zêde kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel, der barê operasyona artêşa Tirk a 18-20'ê Tebaxê ya li bejahiya Sasona Êlihê de agahî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di navbera 18-20'ê Tebaxê de artêşa TC ya dagirker li qada Sasonê ya Êlihê ketiye nava liv û tevgerê. Her weha li qadên Mawa, Mehîna û Guharê yên Êlihê jî bi skorskyan leşker veguhestiye. Operasyona li van herêman, danê êvarê bê encam bi dawî bû."

HPG'ê da xuyakirin ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî balafirên keşfê firiyane û got, "Di 20'ê Tebaxê de li Metîna Gare û Zapê û ev çar roj in li Heftanîn ên Herêmên Parastinê yen Medyayê, balafirên kefşê yên artêşa TC ya dagirker firiyane."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li bejahiya navçeya Bêdlis Norşînê, yekîneyeke kontra ya 3 kesan a  artêşa Tirk, digere û keşfê dike.