Artêşa Tirk vê sibê çek dan çeteyên DAIŞ

Artêşa Tirk vê sibê çek dan çeteyên DAIŞ

Hêzên artêşa Tirk îro sibê 5 kamyon çekên giran ji çeteyên DAIŞ'ê yên rojhlatê herêma Kobanê re şandin.

Şahidên ku ajansa nûçeyan ANHA xwe gihandin wan diyar kirin ku, dewleta Tirk îro danê sibê 5 kamyonên bi çekên giran ên wekî topên 57 û doçkayên 23 tevî gule û topan barkirî bûn, şandin ji çeteyên DAIŞ'ê yên di navbera gundên Qeremox û Ên El-Bet ên li rojhilatê herêma Kobanê re.

Hêzên artêşa Tirk her 5 kamyon nêzî gundê Qeremox di sînorê Rojava-Bakur re derbas kir û radestî çeteyên DAIŞ'ê kir.

Li derdora van gundan di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê şer û pevçûn di asta herî dijwar de ne.