Artêşa Sûriyeya Azad êrîşê qereqola lekşerî ya Libnanê kir

Artêşa Sûriyeya Azad êrîşê qereqola lekşerî ya Libnanê kir

Artêşa Libnanê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku li Suriyeyê Artêşa Suriyeyê ya Azad (ASA) ku bi piştgiriya rojava û Tikriyeyê bi Rejîma Beşar El Esasd şer dike, êrîşê qereqoleke leşkerî ya rojavayê Libnanê kirine. Hate hînbûn k udi êrîşê de mirî an jî birîndar tune ne.

Li gorî daxuyaniya ku artêşa Libnanê daye de ASA di saetên şevê de li nêzî gundê Arsal a Libnanê ketine hundir û êrîşê qerekolekê kirine. Hate destnîşankirin ku di nava leşkeran de mirî an jî birîndar tune. Li gorî daxuyaniyê di hefteya dawî de du caran êrîş pêk hatiye.

Hate destnîşankirin ku teqwiye şandine cihê pevçûnê û li qadên çiyayî yên herêma sînor û ber bi gundan ve ketine pey mîlîtanên ku reviyane.

Artêşa Libnanê da zanîn ku dê destûrê nedin bikaranîna axa Libnanê û dê tevli bûyerên ku li welatên cîran tên pêk tên nekin. Her wiha da zanîn ku dê li hemberî hemû binpêkirinan bisekinin û axa xwe biparêzin.

Der barê êrîşê de ASA daxuyaniyek neda.