Asayişa Başûr ciwanên Rojava ji bajaran derdixîne
Asayişa Başûr ciwanên Rojava ji bajaran derdixîne
Asayişa Başûr ciwanên Rojava ji bajaran derdixîne
Hat ragihandin, Asayîşa Başûrê Kurdistanê ciwanên Kurd ên ji Rojava bi zorê ji nava bajaran derdixîne, zextê li wan dike ku yan biçin kampên penaberiyê yan jî li Rojava vegerin.
Hin ciwanên Rojava ku koçberî Başûrê Kurdistanê bûne û ji bo debara malbatên xwe bikin li deverên cuda dixebitin diyar kirin ku asayişa Başûrê Kurdistanê ji xwediyên kar û malan xwestiye ku ciwanên Rojava nehewînin, her wiha asayişê ji ciwanan xwestiye ku têkevin kampên penaberiyê yan jî vegerin Rojava.
Welatiyên Rojavayî yên li Hewlêrê ji ANHA'ê re axivîn û diyar kirin ku hêzên asayişê yên bi ser Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve zextê li ciwanên Rojava dike da ku ji bajaran derkevin û vegerin kampan yan jî vegerin Rojava.
Penaberan diyar kirin ku hêzên asayişê bi vê mebestê fermanek li navendên ewlekariyê belav kirine.
Welatiyan anîn ziman ku hêzên asayişê hin ciwanên kurd li ser bendên kontrolê û li nava bajêr girtine, li wan xistine û ew derxistine derveyî bajêr.
Koçberan diyar kirin ku ew ji bo derbasbûna bajêr neçarin ku serî li rêyên qaçax bidin, lewma ew 100 dolarî didine şofêran da ku wan di rêyên qaçax re derbasî bajarê Hewlêrê bikin.