Asayişa Helebê nasnama Şervan Mamo diyar kir
Asayişa Helebê nasnama Şervan Mamo diyar kir
Asayişa Helebê nasnama Şervan Mamo diyar kir
Rêveberiya Asayişa Helebê nasnameya endamê Asayişê ku di pevçûnên li taxa Şêxmeqsûd ên bi komên çete re de jiyana xwe ji dest dabû aşkera kir.
Di daxuyaniya Asayîşê ya nivîskî de hate gotin ku komên çete wekî berdewama siyaseta tunekirina kurdan a rejîma Baas Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî gelê Kurd êrîşên tunekirinê pêk tînin, lê hêzên parastinê jî û gel berxwedanek mezin nîşan didin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên Asayîşê jî, li rex hêzên YPG û El-Ekrad di eniya berxwadênê de cîh girtine û Endamekî wan jiyana xwe ji dest daye.
Nasnameya endamê Asayişê yê jiyana xwe jidest daye wiha ye:
Nav: Şervan Mamo
Navê Bab: Mihemed
Navê Dayikê: Zahîda
Cih û Dîroka jidayik bûnê: Heleb, 1986
Di 8’ê Îlona 2013’an de li Helebê jiyana xwe jidest da.