Asayîşa Hewlêrê derbarê êrîşê de daxuyanî da
Asayîşa Hewlêrê derbarê êrîşê de daxuyanî da
Asayîşa Hewlêrê derbarê êrîşê de daxuyanî da
Midûriyeta Asayîşa Herêmê di derbarê êrîşa bombeyî ya li Hewlêrê daxuyaniyek da û ragihand ku, di êrîşê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 62 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa ku 6 êrîşkar hatin kuştin de, di nava birîndaran de Midûrê Giştî yê Asayîşê Îsmet Ergûşî jî heye.
Midûriyeta Asayîşa Herêmê di derbarê êrîşa bombeyî ya li bajarê Hewlêr yê Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Midûriyetê Asayîşa Herêmê da diyarkirin ku, êrîşa destpêkê mînîbusekê xwest bikeve hundirê asayîşê û piştî endamên asayîşê ew rawestand, xwekuj mînîbus teqand û piştî wê çar êrîşkaran biçek û bombeyan xwest bikevin hundir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, dema 4 êrîşkaran xwest bikevin hundir, hatin ferqkirin û bombe bi xwe ve teqandin. Hate gotin ku; “piştî vê ambulansekî tejî teqemenî hate cihê bûyê û xwest bikeve hundir, dema ku hêzên asayîşê ew rawestand, xwe teqand.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, 6 êrîşkar jî hatin kuştin.
Di êrîşa ku 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 62 kes birîndar bûn de, di nava birîndaran de Midûrê Giştî yê Asayîşê Îsmet Ergûşî jî heye. Niha asayîş û pêşmergeyan bajar bitemamî xistiye bin kontrolê. Ji ber sedema ewlekariyê demekê şebeyekên telefonê hatin girtin, carek din hatin vekirin, di ketin û derketina bajar de tedbîrên berfireh têne girtin.
Herî dawî di sala 2007’an de li Hewlêrê êrîşeke bombeyî rû da bû. Bûyera sala 2007’an rûdayî û ya îro jî rû da li heman cih pêkhat. Di êrîşa 2007 ya bombeyî de Wezareta Navxweyî hatibû hedef girtin, ya îro jî Asayîşa Giştî ya Herêmê ku li beramberî Wezareta Navxweyî ye qewimî. Êrîşa 2007’ê rêxistina Elsar El Îslam girtibû ser xwe. Teqîna îro jî heya niha tu rêxistinan negirtiye ser xwe.