Aşayîşa PDK’ê alîgirên PÇDK’ê tehdît dike
Aşayîşa PDK’ê alîgirên PÇDK’ê tehdît dike
Aşayîşa PDK’ê alîgirên PÇDK’ê tehdît dike
Aşayîşa navçeya Hewlêr Soranê ji roja destpêka hilbijartinê ve alîgirên PÇDK’ê tehdît dikin.
Berbirsê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK)’ê destnîşan kirin ku li sînorê navçeya Hewlêrê Soran û Sîdekan asayîşa Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ji destpêka hilbijartinê heta niha alîgirên wan tehdît dikin û çavdêrên wan rastî astengiyên asayîşê tên. Her wiha da diyarkirin ku di nav van du rojan de du çavdêrên wan ên sindoqên denganê rastî tehdîtên tund hatine û asayîşê ji wan re gotiye ku dema hejmartina dengdan qediya, wê pêkanîneke taybet li hember wan bikin.
Berpirsê PÇDK’ê da xuyakirin ku eger PDK dest ji van hewldanên xwe bernede wê ew jî li gorî pîvanên partiya xwe bersiveke tund bidin.
Hêjayî gotinê ye ku ji dema hilbijatinên Başûrê Kurdistanê hatine kirin û şûnde zextên li ser PÇDK’ê zêde bûne. Duh jî li Zaxo du bira ji ber îdîaya peywendiya wan bi PÇDK’ê re heye hatin binçavkirin û malbata wan hat tehdîtkirin.