Asayîşa rê ne da şanda PÇDK û Hemwelatiyên Azad biçin Şengalê
Asayîşa rê ne da şanda PÇDK û Hemwelatiyên Azad biçin Şengalê
Asayîşa rê ne da şanda PÇDK û Hemwelatiyên Azad biçin Şengalê
Asayîşa PDK’ê li ser rêya Şengalê rê li pêş şanda hemwelatiyên azad û endamên Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kuridstanê (PÇDK) hebûn girt. Hemwelatiyên azad û wekhev, ciwanên welat parêz ji bo biçine Şengalê li rastî astengî û îşkenceya endamên asayişê hatin.
Li gorî agahiyên ku yek ji endamên şandê ji ANF’ê re ragihand; “Şandeya me ya ku ji dehan kesî pêk dihat li gel endamên PÇDK’ê, hemwelatiyên azad ûwekhev û Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê ku me dixwestin biçin Şengalê beşdarî konferansa TEV-DA bibin, lê em rastî astengiyên asayîşa partiya PDK’ê hatin.”
Endamê şandê da diyarkirin ku, “Yek ji endamên şandê yê binavê Zerdeşt Şengalî endamên asayîşê gotinên nexweş û îşkence lêkiriye. Niha jî pêşiya me girtine û na destûr nadin em bikevin nav Şengalê.”