Asayîşa Rojava 54 girtî serbest berdan

Asayîşa Rojava 54 girtî serbest berdan

Hêzên Asayîşa Rojava 54 girtiyên ku piştgiriya komên çete yên DAIŞ'ê dikirin û di êrîşan de alîkariya wan dikirin serbest berdan. Rêveberiya Asayîşa Rojava derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Hêzên Asayîşa Rojava gelek kesên ku piştgiriya komên çete yên DAIŞ'ê dikirin û di êrîşan de alîkariya wan dikirin girtibûn.  Hêzên Asayîşê 54 kesên ku hatibûn girtin serbest berdan.Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava derbarê mijarê de daxuyaniyek nivskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên Asayîşê li beriyara Dîwana Edaletê ya Rojavayê Kurdistanê, hêzên Asayîşê 54 kesên ku piştgiriya komên çete kiribûn û cihê xwe di bê aramiya herêmê de girtibûn serbest berdan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serbestberdana van kesan di 1'ê kanûnê de destpêkiriye û di 12'ê kanûnê de bi dawî bû ye.