Asayîşa Rojava di derbarê nûçeyên nerast de daxuyanî da
Asayîşa Rojava di derbarê nûçeyên nerast de daxuyanî da
Asayîşa Rojava di derbarê nûçeyên nerast de daxuyanî da
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, destnîşan kir ku bi riya hinek malperên înternetê nûçeyên nerast ên wekî, "Asayîşa Rojava biryar girtiye ku li bajaran alan kom bike" têne belavkirin û bal kişand ku derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Rêveberiya Asayîşê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Asayîşê wiha ye: "Li ser hinek malperên ragihandinê nûçeyên wekî ku Asayîşa Rojava biryar girtiye ku li bajaran alên siyasî kom bike. Hinek welatiyên me jî bi rêka fecebook û telefonan xwe gihandin me û mijar pirs kiriye. Ji ber vê me wekî rêveberiya Asayîşa Rojava hewce dît ku em daxuyaniyekê bidin raya giştî.
Despêkê em wekî asayîş ne hêzekî siyasîne em hêzê ewlekariyêne. Em li ser axa Rojava û Surî li bajaran parastina gelê xwe dikin. Ji bo ku hemû hêzên siyasî bi rehetî karê xwe bimeşînin em wekî asayîş zemînê ewlekariyê û aramiyê çêdikin.Em di wê baweriyêdene ku ji bo demokrasî pêşbikeve divê siyaset hebin, divê gelê me yê Ermen, Asur, Ereb, Kurd bi rehetî karê xwe yê siyasî bimeşînin. Divê tanzîmên cuda cuda hebin. Divê ahzab û tansîqiyatên cuda cuda hebin da ku demokrasiyeke mînak li welatê me pêşbikeve. Yê ku ji siyasetên dîtir ditirsin yê ku ji xwe ne bawerin. Eger hêzek bi rêka sîlah êrîşî welatê me neke yan jî bi sîlah di hundirê welatê mede kar neke ji heqê wane ku heta dawî siyaset bikin. ji bo pêşxistina civakeke demokratîk û azad, bi rêkên siyasî divê herkes bikaribe hevdu rexne bike, divê herkes bikaribe daxuyanî bide û xwepêşandanên demokratîk bike.divê civîn, konferans, kongre çêbikin da ku demokrasî pêş bikeve. Nezîkatiya asayîşa rojava eve. Em xwe di ber her siyasetê de berpirsiyar dibînin. Eger li ser siyasetekê daxtek çêbû emê parastina wê siyasetê bikin. Nêzîkatiya asayîşa rojava tu cara hizbî û unsurî nebû.Hewl daye ku her beşê civakê himbêz bike. Ji vir şunde jî xeta ku em esas bigirin ewe.
Di dawî de ji bo şaştiyên ku çêbune divê em bidin xuya kirin ku tu alaqaya asayîşê bi van buyerar re nîne. Tu cara asayîş biryareke wisa der aqil û dervayî demokrasiyê nagire. Ne ji heqê wê ye ku alê kesî daxîne. Bi kurtasî asayîş ala danaxe lê parastina ala dike. Ji bo şaştiyên ku derketî bên tesbît kirin û neyên dubare kirin asayîşa me lêpirsîna xwe didomîne.