Asayîşa Sîdekan gefa kuştinê li endamên PÇDK'ê dixwe
Asayîşa Sîdekan gefa kuştinê li endamên PÇDK'ê dixwe
Asayîşa Sîdekan gefa kuştinê li endamên PÇDK'ê dixwe
Li navçeya Diyana Sîdekanê hêzêna sayîşê avêtin ser navenda hilbijartinê ya PÇDK'ê û dest danîn ser poster û wêneyên namzetên lîsteya PÇDK'ê. Rayedarên PÇDK'ê diyar kirin ku di serdegirtinê gef li wan hatiye xwarin.
Hêzên Asayîşê yên ser bi PDK'ê, duh avêtin ser navenda hilbijartinê ya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ya li Diyana Sîdekanê. Endamê lîsteya PÇDK'ê Azad Dolemerî ku ji bûyerê re şahidî kir ji ANF'ê re axivî û got, "Şêniyên navçeya Sîdekanê pêwendiyeke mezin nîşanî konê me yê hilbijartinê da. Ji ber ku hêzên asayîşê xwe li vê pêwendiyê ranegirtin, avêtin ser kon. Di dema serdegirtinê de hemû post û wêneyên namzetên PÇDK'ê desteser kirin."
Azad Dolemerî di dawiya axaftina xwe de got; “êrîşekî bi dijminane anîn ser me û çek li min rast kirin û ji min re gotin tu qise bikî emê te bikujin.”