Asayîşa Zaxo gefan li gel dixwe

Asayîşa Zaxo gefan li gel dixwe

Xwepêşandana PÇDK'ê ya 8'ê Îlonê ya li Zaxoyê lidar xist, asayîşa bajêr bêzar kir. Asayîşa ku nekarî xwe li xwepêşandanê rabigire, nasnameya gelek welatiyên ji Bakurê Kurdistanê hatibûn jê stend.

Xwepêşandana 8'ê Îlonê ya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ya li Zaxoyê, ku rastî pêwendiyeke mezin a gel hat û bi taybetî Kurdên ji Bakurê Kurdistanê yên li bajêr dijîn beşdar bû, asayîşa Zaxoyê bêzar kir.

Berpirsyarê Asayîşa Zaxoyê Aştî Koçerî ku nekarî xwe li vê yekê rabigire, dest danî ser gelek hilbijêrên beşdarî xwepêşdanê bûn û destnîşan kir, ku welatiyên nasnameyên wan hatine desteserkirin dê hemû li yek cihî dengê xwe bikar bînin.

Welatiyên nasnameyên wan hatine desteserkirin, ku piraniya wan ji Bakurê Kurdistanê ne, bi fikarin ku eger hemû li cihekî dengê xwe bikar bînin dê rastî destwerdanê werin.

Li gorî agahiyan, bi desteserkirina nasnameyan re her weha gef li welatiyan hatiye xwarin ku, eger dengê xwe bidin PÇDK'ê dê kartên wan ên erzaqê jî betal bikin.