Asayîşên Serêkaniyê û Efrînê ji bo ewlekariyê biryarên girîng stendin

Asayîşên Serêkaniyê û Efrînê ji bo ewlekariyê biryarên girîng stendin

Hêzên Asayîşê yên herêmên Efrîn û Serêkaniyê ji bo parastina welatiyan û aramiyê herêmê, biryarên girîng girtin.

Asayîşa Serêkaniyê ji ber rewşa awarte ya ewlehî, siyasî û aborî, ev biryar girtin:

- Divê hemû welatî li hemberî wesayît û tiştên bi guman haydar bin û tavilê hêzên Asayîşê agahdar bikin.

- Hilgirtina çekan li cihên giştî û taybet qedexe ye.

- Avêtina guleyan di pîrozbahiyên sersalê û demên normal de qedexe ye û kesên vê biryarê pêk neynin dê rastî ceza û lêpirsînê werin.

- Pêkanînên leşkerî yên wekî merasîman di nava bajêr de, bêyî destûrdayîna aliyên pêwendîdar qedexe ne.

- Divê welatî û buroyên kirêdayînê ji bo ewlekariyê, hêzên Asayîşê bi kirêkirin û firotina xaniyan agahdar bikin.

- Divê welatî û buroyên wesayîtan ji bo ewlekariyê hêzên Asayîşê bi kirêkirin û firotina wesayîtan agahdar bikin û kirîn û firotina wesayîtên Ewropî bêyî agahdarkirina Asayîşê qedexe ye.

- Bi destûra Dîwana Edaletê tenê hêzên Asayîşê dikarin malan kontrol bikin.

- Divê bazirgan, ti madeyan bê fatûre û morkirî nekirin û nefiroşin.

- Divê hemû dikan madeyên dema wan derbasbûye bavêjin. Kesên pêk neynin dê rastî lêpirsînê werin.

- Divê hemû welatî bi berpirsiyarî av û ceyranê xerc bikin û biparêzin.

- Avêtina çopê ya nava kolanan qedexe ye û divê çopê bavêjin cihên taybet bi çopê.

- Firotina şûşeyên sotemeniyê di nava bajêr de qedexe ye.

- Rawestandina wesayîtan li ser rêyên sereke qedexe ye.

- Kemiyonên firotina sebzeyê li ser rêyên sereke qedexe ne.

- Divê hemû buroyên firotina motoskilêtan li cihên taybet bazirganiya xwe bikin û nebin sedema girtina rêyên sereke.

- Ketina kemiyonan ya nava bajêr qedexe ye.

- Divê hemû ajokar li gorî lezbûnên hatine diyarkirin ajotina xwe bikin.

- Binpêkirina nirxên civakî û gotinên kirêt qedexe ne.

Li bajarê Efrînê jî hêzên Asayîşê ji bo ewlehî û parastina welatiyan belavokek weşand. Di belavokê de wiha hate gotin: “Ji ber rewşa awarte ku Sûriyê û bi taybet herêmên Rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibin, divê hemû welatî haydar bin û derbarê tiştên bi guman de Asayîşê agahdar bikin.”

Di berdewama belavokê de ev xal hatin rêzkirin:

- Anîna wesayîtên Ewropî yên bi numare qedexe ne û divê numareya xwe ji Asayîşê werbigirin.

- Divê ajokarên ku numareyên ne rast li wesayîtên xwe xistine werin ragirtin.

- Divê wesayît li ser rêyên sereke ranewestin.

- Divê ji bo wesayîtên bi guman ên li ser rêyên sereke rawestîne, Asayîş werin agahdar kirin.

- Divê xwediyên wesayîtên biyanî yên ku li ser navên wan nehatine qeydkirin, werin navendên Asayîşê û qeydkirina wesayîtên xwe sererast bikin.

Der barê hatina sersalê de hêzên Asayîşê sersalê li hemû welatiyan pîroz kir. Ji bo şahiyên sersalê bi aramî derbas bibin ev biryar girtin:

- Avêtina fîşekan qedexe ye. Kesên vê yekê pêk neynin dê werin ragirtin.

- Ji bo parastina welatiyan û aramiyê kesên serxoş û rewşên bê exlaqî de dê werin ragirtin.