Aslan: Dewlet neçare bi komkujiya Mereşê re rû bi rû bimîne

Aslan: Dewlet neçare bi komkujiya Mereşê re rû bi rû bimîne

Di ser komkujiya Mereşê re 35 sal derbas bûn. Di nava van 35 salên bihurî de berpirsyarên fermî û sivîl ên di komkujiyê de roleke aktîf girtin, di şûna werin darizandin de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin xelatkirin û tevî parlamenterî û wezîrtî, di merhaleyên fermî yên dewletê de hatin bicihkirin. Ji ber ku komkujiya Mereşê weke birînekê her dewam kir, li Kurdistan û Tirkiyê komkujiyên girseyî, sûîkast, kuştinên kiryar ne diyar, şewitandina gundan û koçberkirin her di rojevê de man. Ji vî alî ve Tirkiye weke bîreke tarî derbasî dîroka mirovahiyê bû.

Yek ji şahidên komkujiya Mereşê Metîn Aslan di salvegera 35. de da xuyakirin ku heta Tirkiye bi zîhniyetê xwe yê komkujiyan dike re rû bi rû nemîne, dê ti carî demokratîk nebe û timî li dijî mirovahiyê sûc bike. Aslan diyar kir ku komkujiya Roboskî jî dewama komkujiya Mereşê ye û got, "Eger Tirk naxwaze weke berhemek dîroka bi lanet hebûna xwe dewam bike, neçare hesabê bide gelên Kurdistan û Tirkiyeyê yên rastî komkujiyan hatine." Aslan dide zanîn ku di bingeha pevçûna navxweyî ya sîstemê de, ku di roja îro de rû dide, hesabnedayîna paşerojê heye û 35. salvegera komkujiya Mereşê ji ajansa me re nirxand.

JI BO RASTÎ DERNEKEVIN HOLÊ DEWLET DIKEVE NAV HEWLDANEKE TAYBET!

Yek ji şahidên komkujiya Mereşê Metîn Aslan diyar dike ku li gel di ser komkujiya Mereşê re 35 sal derbasbûne jî dewleta Tirk ji bo aşkeranebûna berpirsyaran, dikeve nava hewldaneke taybet û got, "Heta ku Tirkiye vê rastiya dîroka xwe ya ku îro jî dewam dike dernexîne holê, tevî qirkirina siyasî û fîzîkî bi hemû encamên kuştinên kiryar nediyar û şerê taybet re rû bi rû nemîne, heqîqet û rastiyan dernexîne holê û yên di komkujiyê de cih girtine danerezîne, dê ne karibe bi Kurdan re aştiyê ava bike ne jî di nava xwe de demokratîk bibe."

Metîn Aslan ku yek ji şoreşgerên Tirkiyeyê ye da zanîn ku dewleta Tirk, ji bo komkujî bigihêje armanca xwe çi ji dest hat kiriye û got, "Tevî ku di ser komkujiyê re 35 sal bihurî jî, mîna Roboskî ev komkujî jî hînê weke birîneke vekirî, li holê ye. Tevî hemû hewldanên hiqûqnas, rewşenbîr, akademîsyen, rojnamevan û mexdûran ên ji bo ronîkirina komkujiyê di warê hiqûqî de, dewleta Tirk heta niha ti gaveke berçav a ji bo ronîkirina komkujiya Mereşê, darizandina sûcdaran û pêkanîna edaletê de ti gav neavêtiye. Berevajî vê yekê, pêşî li hemû hewldanên mexdûran ên ji bo pêkhatina edaletê, hat girtin. Ev yek jî ji hevkariya sûc a dewletê tê. Ji ber ku yên ku komkujî plan kirine û pêk anîne, bi yên faşîzma 12'ê Îlonê pêkanînê re yek in."

JI BO BÎRANÎNA KESÊN DI KOMKUJIYA MEREŞÊ DE JIYANA XWE JI DEST DANE EM TÊKOŞÎNÊ DEWAM DIKIN!

Aslan ragihand ku piştî 35 salan be jî ew weke deynê kesên li Mereşê jiyana xwe ji dest dane, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê, azadbûna Kurdistanê û aştiyeke bi rûmet a civakî têkoşînê dewam dikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger bi rastî jî li Tirkiyê aştiyeke civakî karibe ava bibe û cîdiyeta dewletê ya karibe hesab bide derkeve holê, dê êşên di dîrokê de hatine kişandin watedar bin û alîkariyê bidin pêşeroja civakî. Em careke din kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Em ne xwedî hişmendiya tolhildana êşên hatine kişandin e. Lê belê gelekî girîng e ku rastî derkevin holê. Yê ku xiyanetê li rastiyê bike, baweriya xwe çi dibe bila bibe, xiyanetê bi baweriya xwe dike.

Dîroka dewleta Tirk dîroka xinayeta li mirovahiyê ye, dîrokek li ser derewên ji bo veşartina rastiyan hatiye avakirine. Pêwîste ev dîrok were rûniştandin. Êdî ne civaka Kurdistanê ne jî ya Tirkiyê nikare xwe li jiyana bi derewan rabigirin. Ji ber vê yekê divê rûbirûbûnek û pê ve girêdayî aştiyeke civakî bicih were anîn. Ji ber ku dem hatiye Tirkiye bi dîroka xwe re rû bi rû bimîne.

KOMKUJIYA MEREŞÊ PARÇEYEK JI TRAJEDIYA MEZIN BÛ

Bi her alî ve derket holê ku komkujiya Mereşê parçeyek ji trajediya mezin e. Piştî vê komkujiya ku wê rojê bi destê faşîstên MHP'ê ve hat meşandin, li dû 12'ê Îlonê Elewî û Kurdên li herêma Mereşê bi polîtîkayên xweser û taybet ên dewletê re hatin derxistin. Mirovên ji Pazarcix û Elbîstanê vê gavê li Îngilîstan, Swîsre û welatên cuda yên Ewropayê ne. Yanî ev herêm hemû hatin valakirin. Li Elbîstan û Pazarcixê li herêmên Kurdên Elewî lê dijîn temaşe bikin, hûnê zêde mirovan nebînin. Li vê derê polîtîkaya rakirina koka Kurdan hat meşandin."

KOMKUJÎ BI PLAN HAT MEŞANDIN

Aslan diyar kir ku beriya 35 salan, ji Dîlok, Edene, Dortyol, Nîgde, Konya û herêmên herî nêz ên Anatoliya Navîn faşîst bi zanebûn û bi plan anîne Mereş û herêma wê û got, "Weke operasyonek NATO û Gladyoyê, di bin fermandarî û kontrola Daîreya Şerê Taybet, li Mereşê komkujiyek hatiye plankirin û pêkanîn." Aslan da zanîn ku çend roj berê faşîstên çekdar hatine û li Mereşê bicih bûne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Êrîşî merasîma cenazeyê du mamosteyên bi fîşekên faşîstan jiyana xwe ji dest dan, kirin. Weke sedema êrîşa xwe jî îdîa kirin ku komunîst dê biavêjin ser mizgeftan û bişewitînin. Yanî mîna li Çorûm û Meletiyê çawa ku ol hat bikaranîn, li Mereşê jî ol hat bikaranîn û bingeh ji komkujiyê re dihat amadekirin.

Eger civaka Tirk dixwaze bibîne ka ol ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve çawa tê bikaranîn, bila li komkujiya Mereşê û encamên wê binêre. Bi êrîşa li dijî merasîma cenaze re komkujiyê destpê kir.

Şevek berê malên Elewî, şoreşger, çepgir û xwendevanên rojnameya hurriyetê bi xwe jî bi boyaxê hatin işaretkirin û bi vî rengî cihê komkujî lê werekirin, hat diyarkirin. Bi êrîşên li dijî merasîma cenaze re faşîst ketin nava malan, çi jin, zarok û bebekên di pêçekê de, her kesên derketin pêşiya wan qetil kirin. Mirov bi zindî avêtin nava agir û şewitandin. Tevî vê jî dewletê dest lê werneda, lê temaşe kir û li bendê bû ku komkujî bigihêje armanca xwe.

Hêzên artêşê dor li Mereşê girtibûn da ku ji derve kes neçe hawara şoreşger û Elewiyan. Dema komkujiyê destpê kir şoreşgerên ji derve ve çûn Mereşê, nekarî bendên leşkeran derbas bikin û xwe negihandin Mereşê. Sê roj û şevan vê komkujî û qirkirinê dewam kir. Ji bo qîrîna û hawara mirovan neyê bihîstin, Mereş hatibû îzolekirin. Di vê komkujiya bi destê dewletê hat kirin de li gorî hejmarên fermî 137, lê belê di rastiyê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan.

MEREŞ BI TAYBETÎ HAT HILBIJARTIN

Dewletê ev qirkirina mezin li pêş çavên dewletê pêkanîbû. Sedemên taybet ên hilbijartina Mereşê hebûn. Di warê civakî, siyasî û çandî de Mereş cihekî pirrengî, pirçandî, pirmezhebî û pirolî bû. Ji bo çep û sosyal demokratan xwedî potansiyeleke cidî bû. Li gel vê, mirovên hestên wan ên olî xurt bûn jî, lê dijiyan.

Kurd bi taybetî li desşta Mereş û Pazarcixê ya berhemdar, bi karê çandiniyê re mijûl dibûn û xwe gihandibûn asteke girîng a aboriyê. Elbîstan di warê bazirganiyê de gelekî serketî bû. Civaka Kurd jî li gorî Tirkiyê ku piştre bar kiribûn û li wir bicih bûbûn, di warê aramiya ekonomîk de li cihekî gelekî baştir bû. Vê yekê rê li ber tengezariyeke cidî vedikir. Tengezariya di navbera Kurdên Elewî-Sunnî û civaka Tirk de hat afirandin, bingehek guncaw bi xwe re dianî.

Wê demê navgînên îdeolojîk di rewşeke girîng de bûn. Hebûneyên siyasî ketibûn rewşeke gelekî girîng, li Tirkiyeyê tevgera demokrat û şoreşger di rêya pêşketinê debû. Li Tirkiyeyê tevgera ciwanan a şoreşger pêngavên gelekî cidî dikir. Li Kurdistanê tevgera Apoyî pêşketinên mezin dikir, xwe gihandibû Pazarcix û Elbîstanê. Li van qadan civaka Kurd a Elewî xwe nêzî tevgera Apoyî kiribû, herî zêde jî jin beşdarî tevgerê bûbû.

HEWL HAT DAYÎN BINGEHA TEVGERA APOYÎ BÊ TINEKIRIN

Kadroyên karê koma îdeolojîk a Tevgera Apoyî dimeşandin hevalên Kemal Pîr û Cûma, di nava civaka Kurd a Elewî de bi taybetî jî di nava jin û ciwanan de rê li ber şiyarbûneke mezin a neteweyî û siyasî vedikirin. Civaka Elewî yekemcar ji bo vegera li nasnameya xwe, cewhera xwe û di warê rêxistinbûyînê de bi pêş diket. Keç û xortên Kurd ên koç kiribûn û li Dîlokê di febrîqeyên tekstîlê dixebitîn, li dora tevgera Apoyî weke sendîka xwe birêxistin kiribûn. Bi rêkûpêk xwe perwerde dikirin. Tişta ku dixwazim bêjim; kê komkujiya Mereşê rast xwendibe, hêza wî-ê ya jiyanê derketiye holê.

Tevî ku di ser komkujiya Mereşê re 35 sal derbas bûn jî dewleta Tirk ji rêbazên xwe yên antî demokratîk venegeriya. Ji sala 84'an dema bilindbûna têkoşîna me ya rizgariya demokratîk û vir ve derket holê ku Tirkiye qet neguheriye, berevajî hîn bêtir bê rehim bûye û rastiya wê ya komkujiyê di dema aştiyê de jî xwe nîşan daye. Feraseta dewletê ya qetilkirinê, qet neguheriye. Tirkiye neçare bi dîroka xwe re rû bi rû bimîne."