Asya Abdullah: Divê Kurd bi şandekî serbixwe beşdarî Cenevre-2 bibin

Asya Abdullah: Divê Kurd bi şandekî serbixwe beşdarî Cenevre-2 bibin

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah diyar kir ku pêwîste Kurd bi şadeyeke serbixwe beşdarî civîna Cenevra-2 bibin.

Hevseroka PYD`ê Asya Abdullah duh beşdarî kongereya yekîmîn ya rêxistina partiyê xwe ya Serêkaniyê bû û li vir daxuyaniyên girîng da. Asya Abdullah da zanîn ku pêwîste partiyên Kurdî yê Rojvayê Kurdistanê helwesta xwe derbarê doza Kurdan de eşkere bikin û di vê pêvajoya hestiyar de li hember gel û şoreşê li berpirsyariyên xwe yên dîrokî xwedî derkevin.

Asya Abdullah di destnîşankir ku PYD ji demezrandina xwe heta roja îro ji bo berjwendiyê gelê Kurd têkoşîn kiriye û wiha got: "PYD`ê ji roja ku hatiye damezrandin heta roja îro ji bo berjewendiyê gelê Kurd têkoşîn kiriye. PYD`ê bi rêxistinbûyîna xwe karîbû herêmên Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkahteyan re birêve bibe."

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah da zanîn ku jiber bajarê Serêkaniyê di berxwedana li dijî komên çete de gelek fedakerî kiriye, lidar xistina kongreya PYD`ê ya Serêkaniyê xwedî girîngiyeke taybete. Asya Abdullah her wiha bal kişan ser berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî û da zanîn ku YPG`ê û YPJ`ê jibo parastina pêkhateyên herêmê berxwedaneke bi rumet birêve biriye.

Asya Abdullah di dewama axaftina xwe de diyar kir ku tevî dijberiya gelek hêzên herêmê û navnetewî jî, lê wan bi hilbijartina xeta sêyemîn têkoşîna xwe dewam kirine û îro ber bi avakirina Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk gavên mezin davêjin.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah destnîşan kir ku pêwîste Kurd bi şandeyeke serbixwe beşdarî Civîna Cenevra-2 bibin. Di civîna Cenevre-2  pêwîste doza gelê Kurd wek xaleke serbixwe têkeve rojeva civînê û di qada navnetewî de mafên gelê Kurd bêne misoger kirin. Abdullah her wiha da zanîn ku doza Kurdan li Sûriyê û herêmê bûye xwedî bandor, lewma bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka Sûriyê nayê çareser kirin.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah di dawî  axaftina xwe de bal kişand ser rola jin û ciwanan di nava partiyê de  û da zanîn ku partiya ku jin û ciwanan cihê xwe di nav de negrin, ew ne partiyeke Demokratîke.