Asya Abdûllah hevdîtinên xwe yên li Amedê dewam dike

Asya Abdûllah hevdîtinên xwe yên li Amedê dewam dike

Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah ku li Amedê bi saziyên jinan, rêxistinên civakî yên sivîl û komên bîr û baweriyan re hat cem hev da xuyakirin ku divê her kes hurmetê nîşanî vîna siyasî ya gelê Rojava bide. Abdûllah got, "Roja vîneke û tu kes nikare vê vînê bişkîne."

Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah ku ji bo çalakiya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hat Amedê, piştî civîna li avahiya KCD'ê ya bi endamên DOKH û Meclîsa Jinan a BDP'ê re, bi nûnerên komên baweriyan, rêxistinên jinan û rêxistinên civakî yên sivîl re hat cem hev. 

Abdûllah di vê hevdîtinê de diyar kir ku ew bi awayê komîteyen jinên azad li Rojava xebatên xwe dimeşînin û anî ziman ku di serî de Efrîn û Kobanê, tevî bajaran li gundan jî malên jinan avakirine û got, "Xebatên jinan bi awayekî xweser dimeşin. Li Rojava jin di asayîşê de, di nava gel de bi felsefeyeke mezin têdikoşin. Jinên Kurd heta roja îro li çiyê û metropolan têkoşîneke mezin dan. Meşa jinên Kurd li Bakurê Kurdistanê ber bi sînor ve, ji bo jinên li Rojava gelekî girîng bû."

Abdûllah da xuyakirin ku divê deriyên sînor ên parçeyek ji siyaseta ambargoyê ye tavilê bên vekirin. Abdûllah destnîşan kir ku YPG bi kesî ve ne girêdayî ye û got, "YPG hêza asayîşa gel e. Li nuqteyên kontrolê yên li Rojava, tevî Ereb, Suryanî û Kurd ji gelek gelên cûda mirov di nava YPG'ê de cih digirin. Li Sûriyê şerek heye. Ne diyar e ka wê piştî saeteke din çi biqewime. Lê weke PYD divê em pêşî li komkujiyên li Kurdan bê kirin bigirin. Divê em li dijî hewldanên komkujiyê yên mîna sûîkasta li nirxên me yên girîng ên mîna Îsa Huso, derkevin."

Heyeta Rojava piştî saziyên jinan bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kir. Abdûllah piştî vê hevdîtinê da xuyakirin ku ew di çarçoveya derfetên xwe de li Rojavayê Kurdistanê li dijî mejiyê paşverû li be xwe didin û got, "Emê mafên xwe werbigirin. Hevdîtinên me yên li gel dewletên Tirkiye û Îranê di çarçoveya prensîbên me de tên kirin." Abdûllah diyar kir ku wan di hevdîtina li gel rêxistinên civakî yên sivîl de bal kişandine ser girîngiya demdirêjiya kampanya alîkariyê ya ji bo Rojava.

Abdûllah ragihand ku li dijî êrîşên çeteyan ên bi piştgiriya Tirkiyê, li Rojava gel ji heft heta heftê salî li ser piyaye û got, "Eger l Rojava statuyeke siyasî ava bibe, wê hemû pirsgirêk çareser bibin. Emê destûrê nedin ku ti kes li Kurdistanê li ser xwîn û jiyanê siyasetê bike. Rojava vîneke û tu kes nikare vê vînê bişkîne. Ji bo tank nekevin Rojava, şervanên YPG'ê bedena xwe kirin mertal." 

Abdûllah bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li Rojava tên jiyîn jî û diyar kir ku wan ji bo pirsgirêkên tenduristiyê, ji gelek aliyan ve çareserî dîtine, lê ji bo tedawiya nexweşiyên mîna kanserê hînê kêmasiyên wan hene.