Asya dê Ewropa û DYA’yê li pişt xwe bihêle

Asya dê Ewropa û DYA’yê li pişt xwe bihêle

Li gorî raporek a saziyek sîxûrî ya DYA’yê, Asya dê ji sala 2030 û şûnde ji DYA û Ewropyê bi hêztir bibe. Li gorî raporê Çîn dê di nava 20 de, dê Amerîka li pişt xwe bihêle û bi vî awayî bibe hêza herî mezin a aboriyê ya cîhanê.

Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku li welatên pêşketî şênî her ku diçe pîr/kal dibe û ev yek jî rê li ber mezinbûna van welatan digire û standardên welatan kêm dike.

Tê gotin ku ev rapora ku Meyla Gerdûnî ya 2030’ê ya li gel bo duwemîn car hilbijartina Obama bo serokatiya DYA’yê, armanc dike ku raman staratejîk pêş bice. Saziya Sîxûrî ya Neteweyî her çar salan carekê raporek wiha derbarê guhertin û veguhertinên li cîhanê û meylên gerdûnî de amade dike.

Li gorî rapora bi dahata neteweyî, lêçûnên leşkerî û veberhênanên teknolojîk re eleqeder dibe, Asya dê ji sala 2030 şûnde dê DYA û Ewropayê li pişt xwe bihêle û bi vî awayî bi be hêza herî mezin a cîhanê.

Di raporê de tê diyarkirin ku Ewropa, Japonya û Rûsya dê di warê îzafî de bikevin. Lê Çîn nabe hêzek mîna DYA’yê. Ji şêwirmendên saziyê Mathew Burrows, daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Bûyina hêza herî mezin a aboriyê girîng e, lê her tim bûyina hêza herî mezin a aboriyê nayê wê wateyê ku dê bibe hêza herî mezin.”

Li gorî raporê dê DYA di van 20 salên dawiyê de di warê enerjiyê de ji cîhanê serbixwe bimîne û dê şêniya bajaran a li cîhanê bi awayeke mezin zêde bibin.

Lê li gorî raporê aboriya gerdûnî, rêveberî, rêbazên pevçûnan, belavbûnên herêmî, teknolojiyên nû û rola nû ya DYA’yê dê bandorê li wêneyê gerdûnî yê 20 salên li pêşiya me bikin.