Li Misirê di dawiya hefteyê de duwemîn tûra hilbijartina serokkomartiyê pêk hat û dîroka aşkerekirina encamên hilbijartinê hat taloqkirin.
Li gorî agahiyên televîzyona dewletê ya Misirê dane, dîroka aşkekirina encamên hilbijartinê ku dihat payîn roja pêşçşemê aşkere bibi, hat taloqkirin. Konseya Bilind a Leşkerî ya Misirê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber gilî û gazincên namzedan tên lêkolînkirin, ji ber wê jî pêwîstî bi demê heye.
Di tûra duwemîn a hilbijartinê de berbijarê Partiya Dad û Azadiyê ya Birayên Misliman Muhemed Mursî û serokwezîrê berê yê rejîma Mubarek Ehmed Şefîq ketibûn pêşbaziyê.
Konseya Bilind a Leşkerî ji bo encamên hilbijartinê tu dîroke diyar nekir.
Li gorî encamên ne fermî yên di çapemeniya Misirê de cih girtine, Mursî bi ser ketiye û di daxuyaniya ji aliyê Ehmed Şefîq ve hat dayîn de hatibû îdîakirin ku Şefîq bi ser ketiye.