Avahiya BDP'ê ya Kurdalî rastî êrîşa çekdarî hat

Avahiya BDP'ê ya Kurdalî rastî êrîşa çekdarî hat

Kesên nasnameya wan nediyar, ku rûyên xwe nixumandibûn bi çekan êrîşî Nûnertiya BDP'ê ya li taxa Kurdaliya Mêrsînê kirin. 

Li gorî agahiyan êrîş şevê din der dora saet di 01.00'an de pêk hat. 3 kesên ku rûyê xwe pêçandibûn û nasnameya wan nehate diyarkirin ji wesayitê peya bûn û bi debance û tifekê gule barandin ser avahiya BDP'ê. Êrîşkaran gule berdan şêniyên taxê yên ku ji ber dengê çekan hişyar bûn. Serê sibê polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Muduriyeta Polîsan der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. 

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrsînê Halîs Ernarinci, Şaredarê Akdenizê M. Îhsan Taş û gelek endamên BDP'ê hatin cihê bûyê û lêkolîn kirin. Ernarîncî, êrîş şermezar kir û got ku ev êrîş li hemberî aştiyê pêk hatiye.