Wezîra Alîkariyê yê Derve ya Swêdê Gunnilla Carlsson li dijî avakirina herêma tampon ya ku Tirkiye li sînorê Sûriyeyê ava dike derket. Carlsson got ku ew şîdeta ku li welat her diçe zêde dibe û zêdebûna penabera li ber çavan digirin û got ku dê 25 milyon kron alîkarî bidin penaberên Sûriyeyê. Bi vî awayî îsal alîkariya ku Swêd ji bo penaberan dike gihiştiye 182 kron î.
Carlsson li avahiya Wezareta Derve daxuyaniyek çapemeniyê da û diyar kir ku di encama şîdeta ku rejîma Esad û muxalîf pêk tînni de alîkariya mirovahî û aborî zêde bûye. Carlsson da zanîn ku di warê gihandina alîkairyan de zehmetiyan dikişînin û wiha got: “ 1,2 mîlyonek Sûriyeyê li welat û 200 hezar jî li welatên cîran jiyana penaberiyê didomînin. 2,5 mîlyon kes bi awayekî lezgîn hewcedariya wan bi alîkariya xurek û derman heye. Esad pêşî li alîkariya Lijneyên alîkariyê yên navnetewî digire ku neşînin Sûriyeyê. Ev yek jî rewşê girantir dike.”
Carlsson da zanîn ku Tirkiye ji bo gelek penaberan derfetê starbûnê dide lê 100 hezarî zêdetir nekare bide. Carlsson wiha got: “Her hefte 200 Sûriyeyê penaberê Swêdê dibin.”
Carlsson li ser pirsa me ya; Tirkiye muxalîfan çawa perwerde dike û çekên wan didinê û ev rewş bandorek çawa li ser Sûriyeyê dike jî wiha got; “Ez dibêjim ku pir zêde çek zêde şîdetê pêk tîne, zêde mirinan çêdike. Kesên ji bo demokrastî û mafê mirovan têdikoşin, bi çekan dikare pişgiriyê bigirin. Ji ber vê jî em jî ji bo ku muxalefeta Sûriyeyê bi rêbazên demokratîk têbikoşin piştgiriyê didinê.”
Wezîr Carlsson li ser pirsa ku Tirkiye dixwaze li bakurê Sûriyeyê herêma Tampon ava bike û ev ji aliyê Kurdan ve dê çawa bê pêşwazîkirin jî wiha got:
“Kurdên li herêmê dijîn vê rewşê tevlihevtir dikin. Di heman demê de gelek kes ji bo Sûriyeyek azad û ji bo Kurdistanek azad dixebitin. Tirkiyeyê gelek îltîca girt lê Wezîrê Derve Davutoglu got ew ji 100 hezarî zêdetir nekarin bigirin. Niha jî Tirkiye ji ber sedemên cuda dixwaze li bakurê Sûriyeyê herêma tampon ava bike. Em weke kes ji xebatên alîkariya mirovahî berpirsyar li dijî van herêmên tampon in. Em li dijî xeterayan hişyar dikin. Kesê herêm tampon ava dikin divê xwedî hêzekî bin. Ev rewşeke tevlihev e. Xwestina herêma tampon pir hêsane lê ev zehmet e. Ev hem di alî teknîkî û hem jî di alî leşkerî de ne hêsane. Li herêmên tampon mirov bi rîskan re rû bi rûne. Di şerê Yugoslavyayê de li Srebrenîca bûyerê bi xof pêk hatin. “
Pirseke din ya ku ji Carlsson hate pirsîn ew bû ku, Piştî li Rojavayê Kurdistanê kurdan gelek cih girtin û daxuyaniya Erdogan ya ku dê Tirkiye toleransê nede rêveberiya Kurdistana xweser.
Carlsson ev gotinên Erdogan wiha nirxand: “Li gelek cihên welat geşedanên cidî çêdibin. Gelên di bin zextan de dijîn û kesên rewşa wan baştir sînoran nakin hesab û dixwazin wekî bira bijîn. Pirsigrêka Sûriyeyê bi nelihevkirinên nû û pirsgirêkan belav dibe. Ligel pirsgirêka kurd ya Filîstînê jî heye. “