Avapsî ji wijdana şaredariya AKP’yî re hatiye hiştiye!

Avapsî ji wijdana şaredariya AKP’yî re hatiye hiştiye!

Avaspî ya di navbera navçeya Nisêbîn û Mîdyat ya Mêrdînê de cih digire, ji ber bê eleqebûna şaredariya Mîdyatê qirêj dibe.

Di serî de ya Nisêbînê ku ava vexwarinê ya gelek wargehan peyda dike, yek cihên turîzmê ya girîng a herêmê ye û Avaspî bi şuşeyên avê tije bûne.

ÇOP NAYÊ BERHEVKIRIN, KANALÎZASYON TUNE

Çopa li Avaspî ji aliyê kesên kargeriyên wan li wir hene ve tên berhevkirin û ji ber ku tora kanalîzasyonê tune ava laxamê diherika bîran û ev ji aliyê şaredariya Mîdyatê ve bi pereyan tê valakirin.

Her sal ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi dehezaran kes diçin serdana wan û nêzî 60 restorant lê hene. Yek ji pirsgirêkên din ya Avaspî eve ku nayê dermankirin û her der bi kermêşan tije ye.

Îdrîs Akyuz diyar kir ku welatî ji ber mêşan li vir kêm dimînin û wiha got: “Em çopa xwe bi derfetên xwe berhev dikin. tora kanalîzasyonê tune. Şaredarî bîrên laximê bi pereyan vala dike. Her wiha ev der nayê dermankirin.”

Çîftlikên masiyan ji ber ku masiyên mirî davêjin avê qirêj dibe û bîhn dikevê û şaredarî vê kontrol nakin.

Der barê mijarê de me nêrîna gelek karsazên wir û welatiyên bo gerê hatibû wir girt û hemûyan heman pirsgirêk anî ziman. Rayedarê şaredariyê Şeyhmus Gumuş  qebûl kir ku çopê berhev nakin û konteynirên çopê tune û got ku dermankirin û kanalîzasyon aydê şaredariya Mezine.”

Rayedarên şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê  diyar kirin ku ji ber şaredarî nû gihiştiye statuya şaredariya mezin sazîbûn hêj temam nebûye û gelek  mijar niha di rojeva wan de ye û dê hemûya bi lez çareser bikin.