Avesta: Nûjenkirina mîsakî milî girîng e
Avesta: Nûjenkirina mîsakî milî girîng e
Avesta: Nûjenkirina mîsakî milî girîng e
Di salvegera 90. a avakirina Komara Turkiyê de Endama Desteya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta rola avakirina Komara Tirkiyê nirxand û destnîşan kir ku divê mîsakî milî bê nûkirin.
Di dema avakirina komarê de kurd xwedî rolekî çawa bûn?
Di danezrandina Komara Tirkiyê de gelên li Tirkiyê bi taybetî jî gelê Kurd roleke bingehîn lîst. Weke hêza duyemîn a avaker a Komarê ye. Beriya avabûna Tirkiyê, li ser bingeha hevdu naskirinê di navbera Kurd û Tirkan de têkiliyek hebû. Ev yek di têkiliyên hezar sal beriya komarê yên navbera Kurd û Tirkan de tê dîtin. Hîna Melazgîrt di sala 1071 de, dîsa di şerê Çaldiranê ku di sala 1654’an de, dîsan di avakirina komarê de, timî Kurd û Tirkan bi hev re weke hêzekî bingehîn li hemberî hêzê derve sînorên Mîsaqî Mîllî parastine û di sînor de rolê xwe lîstine. Ji bo wê kurd avakirina komarê de weke welatê xwe dîtine weke hêzekî bingehîn tê de cih girtine. Di vir de hêza esasî ne. Ji bona vê mirov dikare beje têkiliyên kurd û tirkan di dema avakirin komarê de têkiliyên li ser esasekê îtifak, hevnaskirin û bi vî rengiye. Heta wê demê tê gotin komar li ser îradeya herdu gelan hatiye avakirin û bi tevlîbûna herdu gelan hatiye damezrandin. Ji ber vê jî hîn wê demê Mustafa Kemal dixwaze di avakirina komarê de mafê Kurdan nas bike û bide. Di demek wisan de mirov dikare bêje, dema 90 saliya komarê datînê pêş çavê xwe di damezrandina komarê de kurd ne hatine neqebûlkirin û dûrxistin. Berevajî vê gelek pêwîstî bi desteka kurdan heye û di tevahiya van şeran de kurdan cihê xwe girtiye.
Komara bi tifaqa Kurd û Tirkan ava bû, çima vegeriya serhildan û înkarê?
Dema komar tê avakirin wê demÊ bi taybetî tenê pêngavek a rizgariyê ye, pêngava rizgariyê bi rengekî tevahî gelên li wir, li ser wê erdnîgariy dijîn tê de cihê xwe digirin. Lê bele ya bingehîn rizgarkirin pêngavekî yekemîne. Divê piştî ku komar avabû şûnde êdî di nava xwe de demokratîkbûyînê pêş bixîne, yanî komar tê çêkirin û êdî komarek demokratîk bê sazkirin, di demokratîkbûyîna komarê de jî hemû gelên ku li wir dijîn, divê mafê wan, nasnameya wan, parastina wan bê naskirin û weke hêzekê di nava tifaqa de bê naskirin. Lê belê hêzên derve bi taybet hêzên Navnetewî yên wê demê, di avakirina komarê de, yanî hêzên weke Îngilîz, Fransa û yên din avakirina vê komarê û tifaqa kurd û tirk ji bona xwe weke xeteriyekê dibinin. Ji bona vê heta hinek ji van hêzane bi taybetî em bejin hinek eşîrên kurdan jî dixwazin bigirin gel xwe û ji bona vê wê demê di navbera damezrênerên komarê û kurdan de dixwazin nakokiyan derxin.
'DEMOKRATÎKNEBÛYÎNA KOMARÊ RÊ LI BER SERHILDANAN VEKIR'
Di avakirina komarê ku di sala 1920’an û şûnde ku 1923’an bi awayekî fermî damezrandina xwe dide diyarkirin di sala 1925’an de ne xwastin mafên kurdan ên demokratîk di destûra bingehîn de nas bikin. Wê demê derdora Mûstafa Kemal tê dorpêçkirin, gavên wî yên ku dibêje ev komar komara Kurd û Tirkan û bi alîkariya vana hatiye damezrandin û divê mafê wan jî bê dayîn, heta Mûstafa Kemal wê demê di axaftina xwe ya di kongreya Erzirumê, Sêwasê û fermanên ku wî dayîne di gelekan de binê vana xet dike û dibêje pêwîste ev komar mafên kurdan jî bide û kurd jî tê de benê naskirin. Wê deme hêzên îttihaqî terakî, hêzên dijberî komarê û hêzên li ser bingeha înkaran gelan ku naxwazin vaya pêşkeve û derkeve li ser vê bingehê dorpêçkirinek li ser Mûstafa Kemal didine çêkirin. Di wê demê de bi gotina Rêber APO jî ku dibêje êdî pişte wê demê û şûnde Mûstafa Kemal li Qesra Çankaya tê mehkûmkirin, di wir de tê hiştin û dora wî tê girtin. Ya bingehîn hêzên ku naxwazin komar demokratîk bibe û kurd tê de bibin xwedî maf, wê deme bi taybetî li dora komarê dorpêçkirinekî çêdikin. Ev xalekî pir girînge. Ji wê pêştir êdî komar xwe demokratîze nake. Zîhniyetekî yekperestî, faşîst pê re derdikeve pêş. Êdî li ser înkarê xwe berdewam dike. Li hemberê vê jî ji ber ku di avakirina komarê de soz hatiye dayîn û bi vî rengî kurd tevlî şerê rizgariya Tirkiyê bûne lê mafê kurdan nayê naskirin êdî kurd jî li hemberî vê dest bi serhildanan dikin.
"DI NAVA GELÊ KURD DE HESTA 'EM HATIN XAPANDIN' DERKET HOLÊ"
Yanî mesela serhildana sala 1925’an a Şêx Seîd li Pîranê dest pê kir li hemberî vê înkarê bû û li hemberî xapandinê dest bi serhildanan kirin disa van serhildan û nerazîbûnên kurdan berdewam kir. Wekî serokatî jî dibêje hêzên devre jî di vê demê de rolên xwe yên provakatîf hene. Bi vî rengî dixwazin van berdin qirika hev jî rolek wisa dilîzin. Piştî ku serhildana Pîranê ku bi pêşengiya Şêx Seîd de têk diçe Şêx Seîd û hevalên wî têne îdam kirin. Ew benên ku dibêjin di nava Tirk û Kurdan de hebû diqete. Yanî bêbawerbûnek mezin pêş dikeve. Kurd wekî xiyanetê li wan hatiye kirin, hatine xapandin û pişta wan hatiye şikandin dibînin.ji wir û pê de êdî gav bi gav din ava kurdan û komara tirkiyeyê de mesafeyekî mezin çêdibe di wê demê de tirkiye kanûnên cûda cûda derdixînin. Mesela di wê demê de li dêrsîmê serhildana seyîd riza ya di sala 1937-38’an de jî dest pê dike, ku pelçiqandina dawî li dêrsîmê tê kirin bi hezaran gel bi kanûnên wekî zorunlu iskan wan koçber kirin. Ji aliyê din kanûnên nû derxistin û kurd kurdistan, ziman û çanda wan înkar kirin.êdî bi navê kurdbûnê her tişt qedexe kir. ev yek jî kir k udi navbera kurd û tirkan de heta durbûnek çêkir. Lê gelê kurd li hemberî vê her tim di nava hewldanekî li mafê xwe geriyaye. Yanî kurd her tim vê gotiye ev der xaka min e jî ez li ser axa xwe dijîm û di avakirina komarê de min jî rolê xwe listiye. Heta beriya vê jî yanî beriya avakirina komara cumhiriyetê di dema osmaniyan de jî kurdan li hemberî êrîşên derva bi van re din ava hevpariyekî jiyan kirine. Heta em dizanin kurd di dema osmaniyan de lig elek cihan bi awayekî xweser ozerk jiyana xwe dewam kirine. Yanî piştî ku ev mafan ji destê kurdan yek bi yek têne standin û şûnde êdî di derdora komarê û derveyê wê hêzên wekî îttahat û terakî û hêzên li dijî rengên cûda desthilatdar dibin ji ber vê jî komara ku tê xwestin were avakirin pêk nayê.
Çima AKP xwe nêzî pêşniyarên gelê Kurd ên ji bo modêla çareseriya demokratîk nake?
Dema em werin ser têkoşîna azadiya kurd têkoşîna 40 salan bi rastî jî têkoşîna demokratîzekirina komara tirkiyeyê û parastina mafê hemû gelên li ser vê erdnîgariyê ye. Yanî ez desthilatdariyekî têk bibim û ez xwe li ser desthilatdar bikim nêzîkbûnekî wisa tu carî çênebû. Heta em dizanin di damezirandina pkk di koma pkk din ava milîtanên ewil ên pkk wekî hevalên haki karer hevalê kemal pîr hevalên ji gelên tirkiyeyê bû. Yanî ewladên vî gelî gelê tirk bûn. Cardin rêber apo di damezirandina pkk heta beriya wê xwe berdewamiya têkoşîn û berxwedana denîzan û mahîran bin av dike. Ji bo vê em dikarin bêjin li ser vê axê heta niha ev gelan bi hev re jiyana xwe berdewam kiriye. Îro em mêzedikin li ser damezirandina komarê 90 sal derbas bûye mirov dikare bêje olîgarşîkbûnê hakîm bûye. Yanî sulta tek partî sulta tek lîder li ser hakîm bûn. Bi vê jî faşîzm pêş ket. Zihniyetekî têkçî pêş ket. Antîdemokratîkbûn pêş ket hemû mafê gelan înkarkirina wê pêş ket.
"TÊKOŞÎNA 40 SALAN A AZADIYA GELÊ KURD, DI HEMAN DEMÊ DE TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎKKIRINA TIRKIYÊ YE"
Mesela mafê me yê kurdan tê de nehate naskirin mafê gelê me yî Elewî nehate naskirin , mafê kesên ku dibêjin gayrimuslim mesela nehate naskirin. Gelê Êzidî nehate naskirin yên Ermenî Suryanî jî nehate naskirin. Her wekî din mafê gelên Tirkiye jî nehate naskirin. Gelên ku di avakirina komarê de cih girt nehate sazkirin. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje ev komar komarekî demokratîk e. Belkî navê wê li ser e. Hilbijartin tê çêkirin lê kesên ku sermeyadar kesên elît li ser komarê hikumdar e. Ji ber vê yekê têkoşîn û berxwedana tevgera azadiya kurdistan a 40 salan ji bo demokratîzekirina vê pêş ket. Bi taybetî jî piştî dîlgirtina Rêber Apo ji 99’an û vir ve heta beriya wê ji 93’iyan û vir ve tevgera azadî bi pêşengiya Rêber Apo xwest pirsgirêka Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi şêwazên diyalog û demokratîk û jiyana bi nev re çareser bike. Mesela mirov dikare bêje ji 1993’iyan û vir ve ev pêvajo berdewam dike. Yanî mirov nikare bêje pêvajoyekî ji Tirkiyeyê qutbûnekê çê bike. Yanî ne pêvajoyekî ku li Tirkiyeyê hilweşandinekî çêbike ye berevajiyê vê hewldanên avageriyê ne. Yanî berê jî ev lêgerîn hebû lê bi taybet ji 93’yan û şûnde bi diyalog, agirbest ev pêvajo berdewam dike. Ev 20 salin ku Rêber Apo di bin naskirina mafên Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê de dixwaze pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Bêguman di vir de gelek mesafe jî hatiye stendin. Mirov bêje tiştek nehatiye girtin dibe cihê xwe negire. Pêşketina tevgera azadî li ser gelên Tirkiyeyê jî bandora xwe çêkiriye. Yanî hiştiye gel jî her tim din ava lêgerînekî de be. Em dizanin ku di nava van 40 salan de bi dehan hikumet hatine ser hikûm lê ji ber ku guhertinek çênekirine mecbûr mane ku têk biçin. Mesela ev partiyên di bingeha komarê de cih girtine di şerên giran de li hemberî kurdan de şer meşandine ji ber ku nikaribûn di nava xwe de guhertinek pêk bînin têkçûn. Niha jî mirov dikare bêje ev pêvajo berdewam dike. Niha bêguman pêvajoyeke nû destpê kiriye bi taybet jî di çend salên dawî de armanca tevgera azadî komereke demokratîk kurdistanekê azad damezrîne. Li ser vê yekê têkoşîna xwe berdewam dike. Li ser vê yekê hemû hewldanên xwe pêş dixe û ev 14 sal in li Girêva Îmraliyê Rêber Apo ji bo demokratîkkirina komarê û naskirina mafên gelan di nava hewldanekî mezin de ye. Ev yek di paraznameyên xwe de da rûniştandin. Mesela di paraznameya destpêkê ay Îmraliyê de ber bi komara demokratîk ve destpê kir. Û bi paraznameyên DMME paraznameya mirovê azad û bi taybet jî 5 paraznameyên dawî programa xwe danî holê. Em dikarin bêjin hewldanên tevgera azadî hewldanekê di astekî bilind de ye. Milê wê yê rêxistinî, siyasî, îdeolojik, civakî, aborî û milên din de civakekî demokratîk, komarekî demokratîk û kurdistanek azad çawa were çêkirin hemû pîvanên wê, perspektîfên ê daye diyarkirin û li ser vê esasî daye avakirin.
Komara Demokratîk a bi hevkariya Kurd û Tirkan dê bandoreke çawa li demokrasiya li Rojhilata Navîn bike?
'ROJHILATA NAVÎN QADEKE JIYANA KOMUNAL E'
Demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê dê bandorê li ser gelên herêmê bike. Ji ber vê yekê Rêber Apo di manîfestoya xwe ya 21’ê Adarê Newroza 2013’an de banga pêvajoyekê nû kir û ev got: avakirina rizgariya demokratîk û jiyana azad. Dîsa Rêber Apo got ku em tifaqa hezar salan nûjen dikin. Û di wir de xaleke dîrokî destnîşan kir: Behsa mîsakî millî kir yanî ji nû ve misakî milî yanî nûjenkirina wê da pêş. Misakî milî statuya beriya avakirina komarê ye. Beriya avakirina komarê di nava gelan de sînor tinebû. Mesela Kurdistan beriya vê ne çar perçe bû. Dîsa mirov dikare bêje di nava gelên herêmê de têkiliyekê li ser esasê dan û standinê de hebû. Yanî niha jî em dibêjin em vê pêş bixin nûjen bikin guncawbûna wê hebe di navbera gelên kurdistanê û tirkiyeyê de lihevhatinekê çêbibe. Lihevhatinekê bi rûmet, aştiyeke watedar bi rastî jî pêş bikeve ev model ji bo hemû gelên rojhilata navîn dikare derbasdar bibe. Nêzî 200 dewletên netewe niha hene. Niha jî 200 dewlet bi yek şêwazî perçe perçe di nava nakokiyan û pêvçûnan de ye. Vê yekê daye diyarkirin ku wekî konjukturel wekî cografîk û wekî realîteya rojhilata navîn ji hêzên hegemonîk dest nade. Rojhilata Navîn bêtir herêmeke jiyana komînal e. Wekî bi hezaran salan berê şoreşa neolitik li ser vê cografyayê hatiye jiyîn.
'NAVENDÎPERESTÎ LI KAREKTERA ROJHILATA NAVÎN NAYÊ'
Ji ber ve yekê jî koma, gelan kesan bi rengê xwe daye jiyandin. Yanî hebûna rojhilata navîn ji navendîperestiyê dûr e. Yanî li karakter û axa wî jî ev yek lê nayê. Yanî niha adeta bi zorê dixwazin kirasekî li ser bejna rojhilata navin bikin. Perspektîfên tevgera azadî û Rêber Apo ji ber vê yekê di rojhilata navîn de her gelek her rengek her zanistek her baweriyek li ser vê axê bi şêwazekî azad û demokratîk jiyan bike demokrasî jî ev e. Eger ev model ji bo şerê di navbera gelê kurd û dewleta tirkeyeyê de bibe dikare ji bo gelên din jî bibe model. Ji ber vê yekê em dizanin ji sala 2011’an biharê de qaşo bi navê bihara gelan ji Tunisê dest pê kir, Libya, Misire niha jî li Suriyeyê şerê cihanê yê sêyemîn tê jiyîn. Armanca wê çiye dixwazin carekî din dizaynekê bidin rojhilata navîn. Dixwazin çanda gelan çanda dayikê çanda komînal a hezar salan rakin. Ji jor ve ferzkirinê çê dikin, lê Rojhilata Navîn jî derbasbûnekî xwe ya qedîm heye, çandeke xwe ya dewlemend heyei zanisteke xwe ya bingehîn heye. Ji bo vêne mimkûne ku ve bi ser bixînin. Ji bo vê jî Rêber Apo 8 komîsyon di vê dema dawî de pêşniyar kirin. Ji van komîsyonan komisyona herî giring jî komîsyona misakî milî ye. Ji bo na vê divê komîsyona misakî milî were guncawkirin. Eger ev komîsyon were guncawkirin. Mînak li Ewropayê 27 dewlet hene lê di navbera wan de sînor tune ye. Tenê mirov ji welatekî derbasî welatekî din dibe dizane ku derbasî welatekî din bûye. Niha tam di vê demê de ku Rêber Apo di 21’ê Adarê de pêvajoyek pêngavek nû da destpêkirin şer rawestand pêngava demokrasî û aştiyê pêş ket, çi dike hikumeta AKP'ê û dewlet? Bi taybetî jî hikumeta Erdogan çi dike radibe di nava gelan de nakokiyan zêdetir dike. Mesela di Rojavayê Kurdistanê de pişta komên çete yên wekî El Qaîdeyê, Eniya El Nûsra girt. Ev jî têr nake niha çi dike di seranserî sînoran de ku ev sînorên sunî sînorên di mava gelan de ye, 900 km dixwaze dîwaran ava bike. Yanî ev berevajîkirin e. Ji şûna komîsyon avakirin sînor rakirin gelê Kurd, Erep, Faris, Tirk di nava jiyanek hevpar de bijîn diwarekî çêdikin. Ev yek berevajiyê ruhê demokratîkirina civak û komarê ye. Yanî bi gotin demokrasî lê bi kiryar faşîzm olîgarşîzm antîdemokratîzm hemû gel û jin û civak û ol înkar kirine. Li hemberî vê tevgera azadiya kurdistan asta ku gihaştiye pêşkirina ku çêkiriye zanistan ku daye avakirin di 90 saliya komarê de jî hêza herî guhertinker a gelê kurd be yanî di demekî ku komar dixwaze 90’emîn salvegera avakirina xwe pêşwazî bike de divê rexnedayînekî pêş bixe lêborînek ji gelan bixwaze. Hem komujiyên li ser gelê Kurd, gelê Ermenî û gelên din pêk aniye tiştê ku herê ewil divê bê çêkirin divê ji van gelan lêborîna xwe bê xwestin û bi vî warî de bi dîroka xwe ve rû bi rû bimîne li xwe bizivire û karibe di vê esasî gavên nû biavêje û xwe demokratîze bike. Rêya wê jî lihevhatinekî bi kurdan pêk tê û li gorî perspektîfên Rêber Apo avakirinekî nû bide destpêkirin.