Awir zivirîn ser Newroza dîrokî ya Amedê
Awir zivirîn ser Newroza dîrokî ya Amedê
Awir zivirîn ser Newroza dîrokî ya Amedê
Newroza dîrokî ya Amedê ku dê têde banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bê aşkerekirin, îro dest pê dike. Bi vî awayî awirên cîhanê hemû zivîrîne ser Newroza Amedê.
Tê payin ku derdora 2 milyon kes tevlî pîrozbahiya Newroza îsal a Amedê ya ku tê diyarkirin ku dê Newroza herî mezin a dîrokê ye û ji aliyê BDP û KCD’ê ve tê organîzekirin, bibin.
Xebatên amadekariyê jî li gorî vê hatin kirin. Li qada Newrozê ji bo karê teknîki bi şev û roj 150 kes xebatê dikin û ji bo 400 rojnamegeran kart hat dayîn. Tê payin ku li gel çapemeniya navneteweyî 500 rojnameger Newrozê bişopînin.
Ji bo ewlehî û karê qada Newrozê 5 hezar kes hatin peywirdarkirin. Tetbîqat û amadekariyên teknîkî dê di 20'ê Adarê bi dawî bibin. Dê roja Newrozê ji 85 noqteyên cuda maşîne welatiyan bê pere bikişînin qada Newrozê.
Dê heyet û nûnerên sazî û partiyên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê, Ewropa, Latin Amerika, Bolivya, Îtalyan, Lefkoşa, Almanya û gelek welatên din dê tev li Newroza Amedê bibin. Maşîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê saet di 07.00'an de dest bi xebatî bikin û heta saet 12.00'an welatiyan bibin qada Newrozê.
Kevirên parke yên li qadê jî bi rengên kesk, sor û zer hatin boyaxkirin. Agirê Newrozê dê ji aliyê mêvanan ve bê pêxistin û peyama Ocalan jî dikek cûda hate amadekirin.
Li ser platforma ku dê axaftin li ser bên kirin pankartên “Civaka ku jin têde azad nebe, ew civak bi xwe jî ne azad e”, “Em ji çareseriyê re jî ji berxwedanê re jî amade ne” û wêneyên her sê siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatin kuştin, wêneyên pêşengên PKK’ê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik ên ku di Zîndana Amedê de agir berdabûn bedena xwe û wêneyên Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Amedê Ertem Karabulut hatine daliqandin.
Bi dehan pankartên bi awayê "Gelê Kurd û gerîla dê Rêbertiyê azad bikin", "Başûr azad e, Rojava azad e, îsal wê serok û bakur jî azad bibin","Em ji têkoşînê re jî, ji muzakereyê re jî amade ne" hatine vekirin. Bi sedan kes ji êvarê ve ber bi qada Newrozê ve diherikin.
BEŞDAR
Lîsteya mêvanên Newroza dîrokî ya îsal li gorî salên borî qelebalixtir e. Ji Başûrê Kurdistanê; rayedarên YNK, Serokê Giştî yê Tevgera Goran Noşrîwan Mustefa, Berpirsê Goran ê Hewlêrê Birzo Mecîd, Berpirsê Peywendiyên Derve û Hundir ên Goranê Dr. Silêman, rayedarên Partiya Şuî ya Kurdistanê, rayedarên Partiya Yekgirtuy Îslamî, rayedarên Yekitiya Niştîmanî Demokratîk a Kurdistanê (YNDK), Partiya Karker, rayedarên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), 60 endamên Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev, Serokê Federasyona Komele û Weqfa Kurdistanê Ednan Enwer, ji Rojavayê Kurdistanê endamên Desteya Bilind a Kurd (DBK), ji Rojhilatê Kurdistanê rayedarên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK-Î),
Ji welatên Ewropa û Amerîkaya Latîn jî dê tevlîbûnek xurt çêbibe. Ev beşdar jî wiha ne: Ji Bolîvyayê çar senatorên jin ên bi navê Mary Medina Zabaleta, Rossemery Carlo Lucas, Zonia Guardia Melgar û şêwirmenda senatoran Dr. Sandra Quiroz, şandeyeke Îtalî ya ji dîplomat, amademîsyen, parlementer û endamên saziyên sivîl û rojnamevanan, li ser navê Koma Dostaniya Kurdan a Parlementoya Ewropayê Jürgen Klüte, Parlementerê Partiya Kesk- Sor a Denmarkê Nikolaj Villumsen û Endamê Şaredariya Kopenhaagê, Allan Ahmed, Berpirsê Peywendiyên Derve yên Partiya Sortu ya Baskê Gorka Elejabarrieta, Sekreterê Giştî yê Partiya Nû ya Qibrisê û berendamê Şaredarê Lefkoşayê Mûrat Kanatli, ji Partiya Karker a Norwecê Roja Darian, ji Partiya Çep a Alman şandeyek ji 12 endamên meclîsên şaredariyan. Partiyên siyasî yên Tirkiyeyyê, nunerên oda, sendîka û hunermend û kesayetêmn navdar.
OCALAN: EZ Ê BANGEK DÎROKÎ BIKIM
Di Newroza Amedê de kêliya herî bi heyecan û coş ew e ku dê peymana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwendin.
Roja 18’ê adarê şandeya sêyemîn ku ji Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Cîgira Serokê Koma BDP’ê û Parlementera Îdirê Pervîn Bûdlan, û Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Demîrtaş diyar kir ku Ocalan di serî de silav û rêzên xwe ji tevayî raya giştî ya Tirkiye û çapemeniyê re dişîne. Demîrtaş aşkera kir ku, Ocalan got, pêvajoya çareseriyê didome. Armanca me demokratîkbûyîna tevayî Tirkiyeyê ye. Hewildanên me ji bo vê yekê ne.
Ocalan got; “Di çarçoveya vê armancê de xebatên min yên ji bo Newroza 21’ê Adarê peyamekê bidim didomin. Ez dê bangaweziyek dîrokî bikim. Ev banga min dê ji bo aliyê leşkerî û hemû aliyên siyasî agahiyên têr bin. Ez dixwazim meselaya çekê jî bêy ku xwîne yekê jî birije çareser bikim. Ji bo vê çendê ez piştgiriya parlementoyê ku nûnertiya îradeya mezin dike û partiyên siyasî girîng dibînim. Birastî ez hêvî dikim ji bo paşvekişan lez çêbibe, ew qas lez jî parlemento tişta pêwîst bike. Ez hêvî dikim ku, çiqas pêvajo pêş bikeve, ez bikarim rayagiştî agahdar bikim.”