Awustralya dixwaze rekora lezginiyê ya bejayî ya Îngîlîzan ji destê bigire. Nasandina wesayîta xwe ya bi navê ‘Aussîe Invader’ ya di saetê de 1600km/h diçe li Sydneyê pêk hat.
Wesayîta fuze ya ku xwedî hêza 3 kat ji ya balafira şer ya Rafale zêdetire dixwaze rekora bejayî bişkîne. Taybetiyên vê projeyê roja pêncşemê li Sydney hat vegotin. Çêkirina wesayîtê di hezîrana 2009’an de dest pê kiribû. Bi vî awayî Awustralya bi wesayîta ‘Bloodhound’ ya Îngîlîzan re kete pêşbirka rekorê. Hedefa wan a hevpar jî ew e ku di saetê de 1000 mili (1600km/h) bike.
Rekora heyî di destê pîlotê Îngîlîz Andy Green a balafira şer ya Royal Air Force de ye. Green di 1997’an de li Çola Nevada ya DYA’ê bi lezgîniya 1228 km/h çûbû û dîwarê deng jî derbas kiribû. Wesayîta bi Thrust SSC du rektorên balafira şer şkadibû.
Lê ji bo ku bigihêje lezgîniyeke zêde, turboreaktor kêm dimînin. Ji ber vê sedemê jî Îngîlîz û Awustralyayê di pêşbirkê de ne biryar dan ku dê motorên fuzeyê yê bi hêztir in lê xeteriya wan zêde ye bi kar bînin.
Wesayîta fuzeyê ya Awustralyayê bi benzînê balafirê û oksîjenê xwedî dibe. Hêza wê ya 28 tonî hilberîne heye. Tê diyarkirin ku ev di saetê de 1600 km derbas dibe. Di deqeyê de 10 hezar tûran pêk tîne û ji bo deforme nebe, tekerên wê bi alemyon hatiye çêkirin. 16 metre ye û 9 ton giraniya wê heye.