Awustralyayî tola xwe ji semasiyan hildidin

Awustralyayî tola xwe ji semasiyan hildidin

Di vê sala dawiyê de li peravên rojavayê Awustralyayê 5 kes ji aliyê semasiyên spî ve hatin kuştin. Ev yek jî bû sedema nerazîbûna gelê li peravên rojava. Rêveberiya Eyaletê ji hikûmeta navendî xwest ku qedexeya li ser nêçîra semasiyên mezin rake.

Herî dawî, roja şemiyê Ben Linden ê 24 salî li Giravên Wedgeyê li rastî êrîşa semasiyan hat. Semasiyan nîva bedena Linden jê vekirin û piştre gelê Peravên Rojava rabûn ser piyan.

Şahidek ragihand ku semasiyan nîva laşê Linden jê vekirin û got ku dema ew çû cenazeyê Linden werbigirin, dîsa li rastî êrîşa semasiyan hatin. Şahidan dan diyarkirin ku dema ew careke din vegeriyan cenazeyê Linden bînin, tu tiştek li wir nehiştibûn.

Hikûmeta Eyaletê ragihand ku semasiyê ku Linden kuştiye 5 metre dirêj e û ferman da ku li cihê ku bê dîtin were kuştin.

Wezîrê Masîvaniyê yê Eyaletê Norman Moore di daxuyaniya da de ragihand ku ew ji ber van êrîşên dijwar ên semasiyan di nava fikar û gumanan de ne. Moore ragihand ku wan ji hikûmetê xwestiye ku qedexeya li ser nêçîra semasiyan rabikin.