Axîn kirin Aksîn

Axîn kirin Aksîn

Malbata Kop a li bajarê Almanya Dortmûndê dijî xwest navê Axîn li zaroka xwe bike, lê belê ev nav li Konsolosiya Tirk a Essenê aliqî. Rayedarên konsolosiyê diyar kirin ku di alfabeya Tirk de tîpa X nîne û ji malbatê xwest navê Axîn bi weke 'Aksîn' biguherîne.

Malbata Kop a ji navçeya Mûş Kopê, di destpêka salên 1990'î de ji ber zext û şewitandina gundan ên li Kurdistanê, neçar ma koçî yek ji metropolên Tirkiyê Bûrsayê bike. Orhan Kop ê li vê derê têkoşîna nasnameyê dimeşîne ji zextan rizgar nabe, tê girtin û li dû xwe hevser û 3 zarokên xwe dihêle. Piştî ku bav Kop dikeve girtîgehê, vê carê pirsgirêka derxistina nasnameyê ji bo zarokên malbatê derdikeve holê. Ji bo Şohret Kop biçe serdana hevserê xwe yê li girtîgehê divê zewaca xwe ya fermî bike û ji bo zarokên xwe nasnameyê derxîne. Ji bo vê jî diçe muduriyeta nifûsê.

Dema zarok hatin dinyayê nav lê hat kirin: Botan, Şervan û Dîlan. Lê belê ji ber navê zarokan Kurdî ye, nayê qebûlkirin. Rayedarên li muduriyeta nifûsê dan xuyakirin ku ev nav Kurdî ne û qedexeye malbat van navan li zarokên xwe bike. Û di şûna Kurdî de li Botan navê Recep, li Şervan navê Abdullah û li Dîlan jî navê Leyla tê kirin. Lê belê ti wateya van navên hatine guhertin nîne, ji bilî kar û barên li daîreyên fermî yên dewletê. Ji ber ku her kes van zarokan weke Botan, Şervan û Dîlan dizane.

‘AXÎN NABE BILA BIBE AKSÎN’

Botan, yanî bi navê di qeydên dewletê de Recep, niha 23 salî ye. Li bajarê Almanya Dortmûndê dijî. Botan ê ku 8 sal in li Almanyayê ye li vir kûaforiyê dike. Hevsera wî Rojda ya par zewicîbûn jî, heman çarenûsê parve dike. Navê jî yê di nasnameyê de Nazli ye.

Trajediya nav a Botan û Rojda di sala 2013'an de jî dewam dike. Malbatê ji bo navê Axîn bide keça xwe ya beriya 3 mehan hat dinyayê serî li Konsolosiya Tirk a li Essenê da, lê belê konsolosiyê bi sedema ku tîpa 'X' di alfabeya Tirk de nîne, nav red kir. Rayedarên konsolosiyê pêşniyar kir ku di şûna Axîn de navê Aksîn li keça xwe bikin. Lê belê malbata Kop ev pêşniyar red kir.

‘ÇIMA NAVÊ KURDÎ QEDEXE YE?’

Bav Botan Kop li dijî vê pêkanînê bi hêrse û dibêje, "Beriya bi salan navê min kirin Rercep. Lê belê îro jî dixwazin navê keça min biguherînin. Emê vê nekin." Botan Kop anî ziman ku ji bo derxistina nasnameyê ew çûne konsolosiyê û helwesta li wir lê rast hatine, ew matmayî hiştine û got, "Me dizanîbûn navên Kurdî qedexe ne. Lê belê bi 'Pakêta Demokratîkbûyînê' ya herî dawî ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat aşkerakirin, me digot qey ev qedexe ji holê rabûye. Ji ber ku tişta li wir hat ziman ew bû ku her kes dikare çi navê dixwaze li zarokên xwe bike. Rewşa ku beriya bi salan em lê rast hatin jî ev bû. Kêfxweşiya me di ber me de ma. Di mijara pirsgirêka Kurd de sozên ku AKP di teoriyê de tîne ziman, di pratîkê de bersiva xwe nabîne. Ev yek nîşan dide ku ev zîhniyetê înkar û tinekirinê hînê dewam dike."

Botan Kop diyar kir ku ew dixwazin bi tenê nvaê dixwazin li keça xwe bikin û wiha axivî: "Eger ez Kurd bim ezê navê Kurdî li zarokên xwe bikim. Ev yek kesî eleqedar nake. Bi zorê ji me xwestin ku em navê xwe biguherînin. Gotina bila ne Axîn, bila 'Aksîn' be. Sosretiyeke bi vî rengî dibe? Tişta tîne serê me gelekî komîk e. Ji ber vê yekê emê bidin dû mafê xwe. Emê rêyên hiqûqî bixin navberê."

Dayik Rojda Kop jî bibîr xist ku navê wê û yê hevserê wê nehatiye qebûlkirin û dixwaze teqez navê keça wê bi Kurdî be. Dayik Kop ragihand ku ji bo vê çi pêwîst be ewê bikin û dê nav neguherînin.

KOP: BOTAN KIRIN RECEP LÊ WÊ TI CARÎ NIKARIBIN AXÎN BIKIN 'AKSÎN'

Kal Orhan Kop jî diyar kir ku AKP hebûna Kurdan qebûl nake û got, "Herçend di gotinan de hin tiştan tîne ziman jî lê diyare ku di mejî de ti guhertin nîne. Divê AKP êdî dest ji vê nêzîkatiyê berde, eger dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike pêwîste vê ji dil û cewherî qebûl bike. Hingî emê jê bawer bikin." Orhan Kop anî ziman ku ew dixwazin neviya wan bi vî navî bijî û got, "Beriya niha bi salan navên zarokên min guherandin. Lê belê îro li navenda Ewropayê dê nikaribin vê yekê bi me bide guhertin. Me ji bo çand, ziman û nasnameya xwe ewçend berdêl dan. Ji bo vê çi divê, em amade ne bikin. Emê ti carî qebûl nekin ku nav were guhertin."

‘TIŞTEKÎ LI TIRKIYÊ HATIYE GUHERTIN NÎNE’

Parêzer malbata Kop Bariş Yeşîl jî nerazîbûn nîşanî vê pêkanînê da û da zanîn ku ji bo ev nav were bikaranîn, wan dest bi têkoşîna hiqûqî kirine. Parêzer Yeşîl got, "Li Almanyayê navê vê keçê Axîn e lê Konsolosiya Tirk vê qebûl nake. Ev biryareke ne rast û nayê fêmkirin e. Emê li dijî vê têbikoşin."

Parêzer Huseyîn Bogatekîn ê li Baroya Stenbolê qeydkirî jî da xuyakirin ku ti ji sozên Serokwezîrên Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi 'Pakêta Demokratîkbûyînê' da di pratîkê de bicih nehatiye anîn. Parêzer Bogatekîn got, "Navên Kurdî, waregeh û daxwazên mîna wê di teoriyê de qebûl kirine. Her kes vê dizane ku ev yek di 'Pakêta Demokratîkbûyînê' ya ji aliyê Erdogan ve hat aşkerakirin, cih digire. Lê belê niha di qanûnên Tirkiyê de ti guhertin nehatiye kirin. Her tişt mîna berê ye. Tîpên Q, X, W dîsa qedexe ne. Heta ku di vî warî de qanûn neyê derxistin, dê qedexe be."