Ayata: Divê Kurd bi şêwazê kongreyê bibin yek

Ayata: Divê Kurd bi şêwazê kongreyê bibin yek

Yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê Muzaffer Ayata diyar ku li dijî êrîşên DAIŞ’ê Kurd ji her demê zêdetir pêwîstiya wan bi Yekîtiyê heye û dema qedera Kurdan ewqas bi hev ve girêdayî be, her kesê ji bo xwe dibêje ez Kurd im, divê bi şêwazê kongreyê yekîtiyekê ava bikin.

Ayata geşedanên dawî û her wiha êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kurdan nirxand. Ayata da zanîn divê hemû hêzên demokrasî, baweriyên cuda û ol dest bidin hev û vê faşîzmê têk bibin.

Ayata got, DAIŞ ne çeteyeke ku ji nîşka ve derketiye holê. Wek hêzeke ji jor ve hatiye nîne. Ev ji aliyê hêzên serdest ve hatiye amadekirin û terza rêveberiyeke mêtingeriya hundir a xwe dispêre şîdet û otorîteyê ye. Amerîka û hêzên Rojava piştgiriyê didin vê çeteyê û ev jî jî bo pêşî li muxalefeta xwedî fikrên demokratîk û şoreşger in bên girtin tên kirin. Piştgirî dan DAIŞ’ê û bi rê ve bibin. Di serê van dewletan de jî Tirkiye tê.

PIŞTGIRIYA AKP’Ê

Ayata diyar kir ku piştî pirsgirêka Rojava bi Sûriyeyê re derket holê Tirkiyeyê ji bo berjwendiyên xwe piştgirî da çeteyan û got: “Gotin wê Esad biçe, hêzên Rojava Esad bibe û em jî sînorê vekin û lez bidin vê. Armanca wan ev bû ku dema Sûriye ji nû ve bê sazkirin ew jî para xwe bibin. Sûriye ket tarîtiyeke mezin. Ket şerekî mezin. Ji ber ku muxalefeta hundir a Sûriyeyê ji şer re ne amade bû. Ne rêxistinkirî bû. Li Sûriyeyê hê jî muxalefetek cidî tune.

BAZARA TIRKIYEYÊ YA BI DAIŞÊ RE KURD IN

Çeteyên DAIŞ’ê li şûna ku bi rejîmê re şer bikin, bi rêveberiya Tirkiyeyê berê xwe dan Kurdan. Kurdan rêyeke sêyemîn hilbijart, parastina xwe kir û avakirina rejîmeke demokratîk tercîh kir. Xwestin bi sazbûn û nasnameya xwe ya xweser cih bigirin.Tirkiyeyê ji serî de ev red kir û wek xeta sor îlan kir. Muxalefeta Sûriyeyê li Stenbol, Enqere û Edeneyê kirin mêvan. Kurd ji derveyê vê girtin. Aliyên ku ol û neteweperestiyê bi kar tînin jî berhev kirin.

Yên ku herî zêde nirxên demokratîk temsîl dikirin Kurd bûn. Kantonên xwe meclîsên xwe yên demokratîk ava kirin. Jinan di rêveberiyê de cih girt. Divê Rojavayî xwedî li Kurdan derketibana û piştgirî bidana. Lê bi hewldana Tirkiye û PDK’ê ev nehat qebûlkirin û piştgirî nedan. Çûyîna hevdîtinên Cenevreyê hate astengkirin. Di meha Hezîranê de Mûsil ji aliyê DAIŞ’ê ve hate girtin.”

SÛRIYE Û IRAQ TESLÎMÎ DAIŞ’Ê KIRIN

Ayata di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Artêşa Malîkî ne şer kir û ne jî li ber xwe da. Cebilxaneyên wan ketin destê DAIŞ’ê. Hat rewşeke wisa ku DAIŞ li Sûriye û Iraqê bû hêza serdest. Hêzên welatên rojava ev temaşe kir. Obama di daxuyaniya xwe ya yekem de got ev ne pirsgirêka leşkerî ya siyasî ye. Malîkî ji ber ku Iraq bi rê ve nebir, çeteyên weke DAIŞ’ê bi Baasiyan re tifaq kirin û gotin ew dixwazin bibin xwedî gotin. Îranê jî zêde bertek nîşan neda.  PDK jî ji vê razî bû. Diyar bû ku piraniya van hêzan ji her tiştî agahdar bûn.

Piştî komkujiya Şengalê hat rojevê, HPG û YPG’ê mudaxale kir. Pêşî li DAIŞ’ê girt. Gelê Êzidî bi qirkirinên herî mezin re rû bi rû hat. Êzidî hatin belavkirin.

PDK’ê tu tiştek nekir. Lê dikaribû li ber xwe bida û sîvil bikişanda. Piştre Amerîkayê bombebaran da destpêkirin. Îngîlîz ketin nava tevgerê. Di civîna NATO’yê de gotin DAIŞ xeter e.

PEYMANA LI SÎNORÊ KOBANÊ DANE SEKINANDIN

Amerîkayê got ku wê hedefên DAIŞ’ê yên Sûriyê bombe bike. Li Cîddeyê civîn hat kirin. Biryar hatin girtin. 40 welatî got wê piştgiriyê bidin operasyonê. Ev hefteyeke DAIŞ ji sê milan êrîşî Kobanê dike. Gelo çima Amerîka bombebaran nake? Li benda çi ne. Armanca wan ev e ku Kurdan qels bikin. 

Hesabên cuda yên gelek dewletan hene. Suudî Erebîstan, Katar piştgiriyê dide DAIŞ’ê, fînanse dike. Piştî Konseya Ewlehiya NY’ê biryar girt, Amerîka ket nava tevgerê û got ew ê li hemberî welatên piştgiriyê didin pêkanînan pêk bînin. Di çapemeniya Tirkiyeyê de derket. Partiyên muxalefetê jî anî ziman. Êdî her kes dizane ku Tirkiye bi awayekî aşkera piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Çapemeniya cîhanê nû nû dinivîse. Tirkiye jî dibêje derewe. Lê her tişt li holê ye.”

Ayata bal kişand ser hevkariya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re û got: “Tirkiye dibêje em herêma tampon ava dikin. Lê ev niyetek baş e. Madem hewcedariya wê bi herêma tampon heye çima sînorên xwe naparêze. Sînorê xwe heta dawiyê vekir. Li Hatayê gel nerazîbûn nîşan da. Digotin ev çete tên ji me bertîlê digirin. Li deriyê sînor wesayîtên bombebarkirî hatin teqandin. Tirkiye dixwaze karên xwe yên qirêj veşêre. 

PLANÊN TIRKIYÊ TÊK ÇÛN

Gelo niha kî bi Tirkiyeyê re tevdigere. PDK tenê hiştin. Dema DAIŞ ber bi Hewlêrê ve çû Tirkiyeyê tu tiştek nekir. PDK’ê ev dît. Ji ber vê baweriya wê bi Tirkiyeyê tune. Tirkiyeyê tu bawerî neda cîranên xwe. Berjewendiyên xwe bi wan re parve nekir. Tenê ji bo xwe tevgeriyan. Xwest her kesî bi kar bîne û kontrolê bigire destê xwe. Lê plana wan têk çû.”

Ayata bi lêv kir ku Tirkiye dibêje em xwedî li pêvajoya aştiyê derdikevin lê mixabin ne wisa ye û her wiha hemû hewldanên ji bo aştiyê tune dihesibînin. AKP li pey xapandinan e û bi van xapandinan hilbijartin qezenc kir. 

AKP TEHEMÛLÎ KURDAN NAKE

Li Tirkiyeyê zêdetirî hezar û 500 dibistan hene. Kurdan jî du sê dibistan vekir wê çi bibe. Berê qedexe bû. Niha li hinek qadan serbest e. Gelo vê çi kêm kir. Di vê demê de pêkanînên bi vî rengî bêrûmetî ye. Hê jî bi tiştên wisa derfetên aştiyê dikin xetereyê.

Ji 20 mîlyon xwendekarên Kurd 200 kesî dest bi perwerdehiya zimanê dayikê kiriye. Bi tank û panzeran diçin dibistanan mohr dikin. Gelo çiyê Tirkiyeyê ket xetereyê. Tu hê zimanê gelekî qebûl nakî û tu dibêjî ez li maseya muzareyê me. 

PERWERDEYA ZIMANÊ DAYIKÊ RAZEMENIYA HILBIJARTINÊ BÛ

Îro zimanê fermî Tirkî ye. Kurd vê înkar nakin. Lê dixwazin zimanê xwe jî fêr bibin. Mafê zimanê dayikê ne mijara bazarê ye. Heta dawiya Îlonê wê heyet diyar bin. Hevdîtin wê destpê bikin lê ji bilî heyeta HDP’ê wê tu heyet nekaribe biçe.

Gelê Kurd gelekî mezin e. Divê li gorî rastiya şer xwe rêxistin bike. Têkoşîneke 40 salî heye. Şer hê neqedİyaye. Aştî hê ne diyar e. Kurd piştigiyeke navneteweyî nabînin. Tifaqa wan a bi hêz tune. Piştgiriya aborî, siyasî û dîplomatîk nagirin. Li van hemû qadan têdikoşin.”

Ayata di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku niha DAIŞ ji du aliyan de êrîş dike û her wiha Tirkiye jî. Ayata wiha berdewam kir: “Gelo wê çawa Pirsûs û Kobanê ji hev bikin. Dema Kobanê şer bike wê Pirsûs çawa temaşe bike. Dewra berê hate girtin. Kobanê û Rojava nû neketine şoreşê. Bi salan berê dema Serokatî çû wê qadê gel ket nava têkoşînê. Jixwe di nava şoreşê de bûn. Ev berdewama wê bû. Jixwe şoreşa Rojava û Bakur ketibû nava hev. Îro jî Başûr lê zêde bû.

JI BO JIYANÊ PARASTINA REWA

Ayata wiha pêde çû: “Ji bo Kurdan parastina xweser tê wateya jiyanê. Tirkiye parastina Kurdan nagire ser xwe. Bexda jî nagire. Şam jî nagire. Ev welatên serdest in. Ev bi salan e li welat jiyana Kurdan tehdît dikin. Bi salane Kurdan nas nakin. Tune hesibandin. Zilm lê kirin. Îro jî heman tiştî dikin. Ev hemû nîşan didin ku divê Kurd ji bo jiyana xwe ji bo mafê her zindiyan mafê xwe yê parastinê bi kar bîne.

HÊZA CIWAN Û JINAN SÎNOR NAS NAKE

Ayata di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku çalakiyên ku pêk tên têr nake û wiha got: “Li Tirkiyeyê 20 mîlyon Kurd hene. Piraniya wan ji ciwanan pêk tê. Tecrûbeyeke tevgera jin û ciwanan jî çêbû.  Di merheleyên siyasî û civakî de jin û ciwanan rola aktîf lîstin. Di rêveberiyê de cih girtin. Lê îro dema Kurd di bin komkujiyê de bin divê gel rabe ser piyan û sînoran rakin. Divê her roj bi sedan kes biherikin qadên gerîlayan. Ji bilî vê azadî nayê qezenckirin."